Ji 16 rojnamevanên girtî 12 jê hatin sewqkirin 2022-07-07 19:10:51 AMED – Ji 16 rojnamevanên di Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê de 12 jê sewqî Girtîgeha Amedê ya Jimare 1 û Girtîgeha Amedê ya Jimare 2'yan hatin kirin.  16 rojnamevanên ku di 8'ê Hezîranê de li Amedê di avêtina ser malê de hatibûn binçavkirin û di 16'ê Hezîranê de jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin ew biribûn Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê. Hat hînbûn ku 12 rojnamevan sewqî Girtîgeha Amedê ya Jimare 1 û Girtîgeha Amedê ya Jimare 2'yan hatine kirin.    Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Orûç û Ramazan Gecîekn, Mazlûm Guler, Abdurrahman Oncu û Sûat Dogûhan sewqî Girtîgeha Amedê ya Jimare û Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan û Mehmet Şahîn, Zeynelabîdîn, Omer Çelîk, Îbrahîm Koyûncû û Lezgîn Akdenîz jî sewqî Girtîgeha Amedê ya Jimare 2'yan hatin kirin.