ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-08 09:00:01   * Hevberdvekê HDK'ê Cengîz Çîçek diyar kir ku îdiayên têkildarî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên nivîskarên di bin banê desthilatê deparçeyeke şerê taybet in û got, armanc di atmosfereke xumam de lidarxistina hilbijartinê ye.    * Emîne Şenyaşar ku dê careke din cejnê li ber Edliyeya Rihayê pêşwazî bike bang li raya giştî kir ku "me bi tenê nehêlin" û got: "Roja edalet pêk bê dê cejn jî bê."    * Rojnamevan Mervan Ozdemîr diyar kir ku leşkerên ku di êrişên li Zap, Metîna û Avaşînê de bi awayekî bêxwedî li ser giran hatine bicihkirin xeber ji wan nayê girtin û got: "Tirkiye bi mehan jî hewl bide û hêzeke hîn xurttir jî bi cih bike dê negihê mexseda xwe."    * Şêniyên ji gundên li quntara Çiyayê Cûdî ku hatine qedexekirin bi destûra walî û qereqolan dikarin biçin gundên xwe. Vê carê jî sînordarkirina xwarin û xurekan li gundiyan hatiye sepandin û yên bi ser sînorê hatiye diyarkirin bixînin xwarin û xurekên wan tên desteserkirin.    * Sewalvan Mûzaffer Çetîn ku di arîfeya Cejna Qurbanê de tenê 3 heywan firotine got: "Mesrefa rojane ya heywanekê 100 TL ye. Ez kîloya heywana sax bi 85 TL'yî difiroşim, lê li qesêb kîloya goşt 180 TL ye."    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 487'emîn de berdewam bike.    * Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê dê qurbaniyên di qetlîamên Pirsûs û Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane li ser gorên wan ên li Goristana Ihlamûrkûyû ya Stenbolê bi bîr bîne. (11.00)   * Rêxistinên tenduristî, ked û pîşeyî dê li ber Nexweşxneya Bajêr a Bîlkenta Enqereyê li hev kom bibin û tacegula reş deynin ber Wezareta Tenduristiyê. (11.00)   * Rêveberên SES'ê ya Şaxa Amedê dê li avahiya xwe têkidlarî zextên li ser endamên xwe daxuyanî bide. (12.30)   * Li ber Ofîsa Şêwra DBP'ê ya Stenbolê dê têkildarî biryara rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz daxuyanî bê dayîn. (17.00)