Rojnamevan Ozdemîr: Tirkiye bi mehan jî hewl bide dê negihê mexseda xwe 2022-07-08 09:02:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Mervan Ozdemîr diyar kir ku leşkerên ku di êrişên li Zap, Metîna û Avaşînê de bi awayekî bêxwedî li ser giran hatine bicihkirin xeber ji wan nayê girtin û got: "Tirkiye bi mehan jî hewl bide û hêzeke hîn xurttir jî bi cih bike dê negihê mexseda xwe."    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê yên li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve didomin. Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ku di êrişan de nikare pêş ve biçe li herêmê gelek caran çekên kîmyewî bi kar aniye. Rojnamevan Mervan Ozdemîr ku êrişan dişopîne qewimînên li herêmê nirxandin.    Rojnamevan Mervan Ozdemîr anî ziman ku bi destpêkirina êrişan re bertekeke rêxistinkirî li gelê herêmê rû daye û berteka tê nîşandan ne berteke hestiyarî bertekeke polîtîk e. Ozdemîr diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê serwextbûyîneke civakî rû dide û got: "Wekî êrişên berê bi awayekî rûtîn nêzî van êrişan nabin. Fêm kirine ku êrişên dewleta tirk tenê ne li hemberî PKK'ê ne. Yanî em bi rasteqîniyeke civakî ya gihaye vê hişmendiyê re rû bi rû ne. Mirov dikare vê wekî encameke girîng a ji ber van êrişan rû daye binirxîne."  ‘PDK NOQTEYÊN KONTROLÊ AVA KIRINE'   Ozdemîr anî ziman ku hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re bi delîl û belge ye û wiha berdewam kir: "Ji roja êriş dest pê kiriye heya niha PDK bi awayekî eşkere nehatiye hemberî HPG'ê. Lê di dîmenan de em dibînin ku PDK û hêzên girêdayî wê pêşengiya êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêmên Parastina Medyayê dike. Bi taybetî jî di dîmenên hatine belavkirin de em dibînin ku hêzên PDK'ê mayinan paqij dikin. Her wiha gelek noqteyên ku wer difikirin noqteyên çûnhatina HPG'ê ne dixin bin kontrola xwe. Ev delîlên pir zelal û eşkere ne ku li hemberî PKK'ê li cem dewleta tirk tevdigere. PDK wekî dewleta tirk, bi argumanên li Tirkiyeyê tên serweîskirin lîteraturek çêkiriye û şerekî taybet dimeşîne. Nûçe çêkirin ku maske çûne ji gerîlayan re. Çendî vê yekê li ser asasê dijberiya li hemberî PKK'ê kiribe jî lê em dibînin ku ew argumanên li hemberî PKK'ê hatine çêkirin taliyê vediguherin amûrên di aleyha PDK'ê de."    ‘LI HEMBERÎ WAN VÎNEKE MEZIN HEYE'   Ozdemîr destnîşan kir ku Tirkiye tevî teknolojiya xw eya pêşketî jî nikare pêş ve biçe û wiha pê de çû: "Dewleta tirk bi balafirên şer êrişê dibe ser herêmê. Bi şev û bi roj bi ÎHA'yan kontrol dike û bi SÎHA'yan êriş dike. Helîkopterên êrişê tim herket dikin. Bi obus û hawanan bênavber êrişê dibin ser van qadan. Lê dike nake tiştekî bi dest naxe. Lewma gava em li tempoya şer mêze dikin em bi rihetî dikarin bibêjin ku; Tirkiye bi mehan jî hewl bide û hêzeke hîn xurttir jî bi cih bike dê negihê mexseda xwe."   ‘ESKER BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ TÊN HIŞTIN'   Ozdemîr bi lêv kir ku esker li herêmê bêxwedî û bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin û got: "Eskerên tirk bi awayekî bêxwedî li ser giran tên bicihkirin û careke din xebe rji wan nayê girtin. Em dibînin ku helîkopter careke din xwe nagihînin van eskeran. HPG û YJA Star li van tepeyên esker li ser tên bicihkirin didin û ev esker dimirin. Ji ber ku em wekî derî etîka şer nahesibînin di dest me de gelek dîmen hene. Ev dîmen, dîmenên bi dehan eskerên mirî ne. Her wiha tê gotin bi dehan cenazeyên eskeran jî di destê PKK'ê de ne. Hem agahiyên şêniyên herêmê radigihînin hene hem jî dîmen hene. Di vî warî de belkî mirov karibe bang li raya giştî ya Tirkiyeyê jî bike. Li van çiyayan di nava şerekî ku dê tu carî nikaribin encamê bigirin heba dibin."    ‘HIŞMENDIYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ'   Ozdemîr destnîşan kir ku bi destpêkirina êrişan re bangawaziyên ji bo yekîtiya neteweyî xurttir bûne û wiha axivî: "Em dikarin bibêjin ku PDK jî di vî warî de teşhîr bûye. Paş ve diçe. Gelê Başûrê Kurdistanê bi tu awayî jê yeqîn nake. Ji bo berjewendiyên xwe û detshilata xwe hewl didin destkeftiyên li her çar parçeyên Kurdistanê bikin qurban. Çendî PDK di warê yekîtiya neteweyî de xwedî pratîkeka xerakker be jî partiyên din di warê yekîtiya neteweyî de xwedî feraseteke mezin in. Lewma bang dikin."    ‘PDK SER SÛCÊ ŞER DIGIRE'   Ozdemîr destnîşan kir ku PDK lêkolînên têkildarî bikaranîn çekên kîmyewî asteng dike û wiha got: "Tirkiye di van êrişan de guh li tiştekî nake. Dîmen hene ku çekên di qada navneteweyî de hatine qedexekirin hatine bikaranîn. Tê payin ku ev dîmen li qada navneteweyî bên belavkirin. Lê ji ber ku NATO jî parçeyeke van êrişan e, encameke girîng bi dest nakeve. Şopên çekên kîmyewî hene. Hewldan hene ji bo ev dîmen bi Ewropayê re bên parvekirin. Her wiha hêjayî gotinê ye ku li Başûrê Kurdistanê jî reflekeseke xurt a di vîw arî de çênebûye. Sedema vê jî desthilata PDK'ê saziyên sivîl hemûx istine bin banê xwe û nahêle ev sazî bereksê polîtîkayên wê tevbigerin. Bangawaziyên parlementeran û saziyan hene. Lê ev pratîk venaguherin xebatekê. Xebatên saziyên serbixwe, bi taybetî jî yên li Behdînanê tên astengkirin. Herî zêde jî şer li herêma Behdînanê ye. Xebatên saziyan ên li vê herêmê tên astengkirin. Ev jî nîşan dide ku Tirkiey ser sûcê şer digire. Heya niha li Başûrê Kurdistanê îtiraza herî xurt a Koma Aştiyê ya Xirîstiyanan a navenda wê li DYA'yê (Christian Peacenaker Teams-CPT) ye. Vê komê daxuyand ku di warê bikaranîna çekên kîmyewî de daneyên girîng di dest wan de hene. Lê dê çi qasî jê bi qada navneteweyî re parve bikin ne diyar e."