Dermanên girtî bi hinceta “krîz heye” nedanê 2022-07-08 10:21:14   MÊRDÎN - Girtiyê nexweş Aydin Kurga ku li Girtîgaha Tîpa T a Manîsayê de tê ragirtin ragihand ku rêveberiya girtîgehê bi hinceta “krîz heye” dermanên wî nedane.   Girtiyê nexweş Aydin Kurga ku li Girtîgaha Tîpa T a Akhîsara Manîsayê tê ragirtin, di hevdîtîna vekirî ya bi malbata xwe re de ragihand ku dermanên wî nedane. Xwîşka Kûrga, Eylem Kurga bi birayê xwe re hevdîtin kir û diyar kir ku nexweşînên reflu, tansiyon û şekirê yên birayê wê hene û her ku diçe rewşa birayê wê xirabtir dibe.    Eylem Kurga, da zanîn ku birayê wê baş nedidît û nedikariya biaxive. Kurga, bi domdarî ev agahî dan: "Got ku dermanên wî nadin wî. Bi rêveberiya girtîgehê re axiviye. Sedema nedayîna dermanên xwe jê pirsî ye. Wan jî jê re gotin; 'Tu dixwazî lê em çi bikin. Li Tirkiyeyê krîz heye û em nikarin tiştekî bikin.'"   Kurga, bang li parastvanên mafên mirovan kir ku li girtîgehan lêkolînan bikin û banga hestiyariyê li raya giştî jî kir.