Ji sedî 25 zem li dermanan hat kirin 2022-07-08 12:00:22   ENQERE - Bi çapkirina Biryarnameya Serokkomar a di Rojnameya Fermî de, ji sedî 25 zem li hemû dermanan hat kirin.    Di hejmara Rojnameya Fermî ya îro de li gor Biryara Derbarê Bihadiyarkirina Alavên Tibî yên Kesane de Gûhertin ji îro pê de ji hemû dermanan re ji sedî 25 zem hat kirin. Di biryarê de qala bihayê yek Euroyê ku di meha tîrmehê de ji sedî 25 biha bûye hat kirin. Di biryarê de hat destnîşankirin ku zem, ji îro pê ve derbasdar e.