Doza Kobanê dê di betlaneya dadî de jî bidome 2022-07-08 12:30:10   ENQERE - Şandeya dadgehê di Doza Kobanê de biryara berdewamiya rewşa girtî ya siyasetmedaran da û diyar kir ku dê doz di betlaneya dadî de jî berdewam bike.    Li ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Têkildarî bûyeran doz hatibû vekirin. Roja dawî ya 14’emîn danişîna Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê duh hate dîtin. Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin. Danişîn heta saetên dereng ên şevê berdewam kir. Biryara navberê ya şandeya dadgehê di saetên serê sibehê de li UYAP’ê hate barkirin.    Girteka biryarê ji 107 rûpelan pêk dihat. Di biryarê de sedema berdewamiya rewşa girtî ya 21 siyasetmedaran jî weke daxuyaniyên çapemeniyê, mitîng, xebatên siyasî û xebatên di qada jinan de hatin nîşandan. Siyasetmedar û parêzeran di parastinên xwe de bi belgeyan nîşan dan ku îfadeyên şahidên nepen û vekirî ji derew û copy paste pêk tê. Lê belê dadgehê ev belge paşguh kirin û weke her carê, niha jî ev îfade kir sedema domandina rewşa girtî.    DOZGER BIRYARA BORU XIST NAVA MUTALAAYÊ    Dozger ku di her periyoda danişînê de ji bo domandina rewşa girtî mutalaayê dide, vêcarê jî sedemên cezayên li kesên di doza kuştina Yasîn Boru de hatine cezakirin, li mutalaayê zêde kirin.    DÊ LI GUHDARÎKIRINA ŞAHIDAN BIDOMÎNIN    Di rûniştina berê de biryar hatibû dayîn ku li şahid Hîcra Berna Ayverdî û Gul Tanriverdî were guhdarîkirin lê nehatibûn dîtin. Biryar hat dayîn ku navnîşanên wan bên tespîtkirin û di danişînên din de bên guhdarîkirin.  Parêzer û siyasemedaran ji ber îdiayên derew ên hinek şahidên nepen û vekirî ku hatibûn tespîtkirin, serlêdana sûc kiribûn. Lê dadgehê ev daxwaz red kir û da zanîn ku dê biryar û hukmê bi hev re bidin.    SEDEMA GUHDARÎKIRINA VEŞARÎ YA ŞAHIDAN!   Şandeya dadgehê di rojên dawiya hefteyê de ku danişîn tune bû, li şahidên nepen MAHÎR, ULAŞ û SEHER guhdarî kir. Parêzer û siyasetmedaran jî di danişîna 4’ê tîrmehê de îtîraz kirin. Şandeya dadgehê jî ji bo vê sepana xwe hinceta “xetereya jiyanî ya li ser şahid û malbatên wan” nîşan da.    Betlaneya dadî di 20’ê tîrmehê de dest pê dike û parêzeran xwestin ku navberê bidin danişînan. Lê belê şandeya dadgehê ev daxwaz red kir û periyoda danişînên din da 25-26-28-29’ê tîrmehê û 1-2-4-5’ê tebaxê.