28 ciwanên li Çiyayê Bêzar hatibûn kuştin hatin bibîranîn 2022-07-08 12:36:26   SEMSÛR - Li Çiyayê Bêzar 28 ciwanên ku bi piraniya wan xwendekar bûn 28 sal bere di encama bombebaranê de hatin qetilkirin, li ser gora xwe hatin bibîranîn.    Li Çiyayê Bêzar ê bi ser navçeya Çîlikan a Semsûrê di 17’ê gulana 1994’an de 28 ciwanên ku bi piraniya wan xwendekarê zanîngehê bûn û di encama bombebaranê de hatin qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Bernameya bîranînê li ser gora ciwanan a li Goristana Kayapinar a Semsûrê hat lidarxistin. Malbatên ciwanên qetilkirî û rêveberên MEBYA-DER û HDP’ê tev li bîranînê bûn. Li ser navê 28 ciwanan ji bo cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiye de canê xwe ji dest dane rêz hat girtin.    Di axaftinên bîranînê de ku hatin kirin hat diyarkirin ku ew ê cangoriyên xwe ji bîra nekin û ew ê girêdayî bîranînên wan bimînin.    Bername bi danîna qerenfîlên li ser goran bi dawî bû.