Zilamê ku parêzer Tekîn û keça wê revandî hate girtin 2022-07-08 12:53:12   AMED – Zilamê bi navê Ferhat Goger ku parêzer Turkan Gulistan Tekîn a di pêvajoya hevberdanê de û keça wê revandibû, hate girtin.    Zilamê bi navê Ferhat Goger di şeva 6’ê tîrmehê de li ser Cehdeya Dîclekent a Peyas Amedê parêzer Turkan Gulistan Tekîn ku di pêvajoya hevberdanê de ye û keça wê ya 2 salî û nîv revand. Di encama lêgerîna polîsan de Tekîn û keça wê hatibûn dîtin û Goger û birayê wî A. Goger hatibûn binçavkirin. Zilamên ku sewqî edliyeyê hatine kirin, hatin girtin.