TGC’ê xelat da 16 rojnamevanên kurd 2022-07-08 12:55:56   STENBOL - TGC’ê xwediyên Xelatên Azadiya Çapemeniyê eşkere kir û ragihand ku xelata di “Beşa Kes” de di şexsê 16 rojnamevanên kurd ên li Amedê hatin girtin de diyarî hemû rojnamevanên ku nikarin pîşeya xwe bikin kirine.    Cemiyeta Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGC) bi armanca ku azadiya çapemeniyê destnîşan bike ji sala 1989’an vir ve Xelatên Azadiya Çapemeniyê dide. Xelatên îsal ên TGC’ê eşkere bûn.    TGC’ê îsal xelata di “Beşa Kes” de di şexs di şexsê 16 rojnamevanên kurd ên li Amedê hatin girtin de diyarî hemû rojnamevanên ku pîşeya wan tê astengkirin û hemû rojnamevanên girtî kir.    TGC’ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî xelatê de wiha got: “Em di serdemek ku mafê welatiyan ê wergirtina nûçeyan tê astengkirin de derbas dibin. Tê xwestin ku yek tîp rojnamevan, yek tîp nûçe hebin. Bi armanca vê xwestekê 16 rojnamevanên kurd; Abdurrahman Oncu, Azîz Orûç, Elîf Ungur, Îbrahîm Koyuncu, Lezgîn Akdenîz, Mazlum Dogan Guler, Mehmet Alî Ertaş, Mehmet Şahîn, Neşe Toprak, Omer Çelîk, Ramazan Gecîken, Remziye Temel, Safiye Alagaş, Serdar Altan, Suat Doguhan û Zeynel Abidîn Bulut ji ber pîşeya xwe hatin girtin. Em di şexsê van rojnamevanan de xelatê diyarî hemû rojnamevanên girtî û rojnamevanên ku pîşeya wan tê astengkirin dikin.” Bulut’un şahsında mesleklerini yapmaları engellenen tüm gazetecilerle, tutuklu gazetecilere”