Malbata Şenyaşar dê sibê cejnê li ber edliyeyê pêşwazî bike 2022-07-08 13:45:27 RIHA - Ferît Şenyaşar ku bi dayika xwe Emîne Şenyaşar re ji bo bicihanîna edaletê têdikoşe diyar kir ku ew dîsa Cejna Qûrbanê li ber edliyê pêşwazî dikin û got: “Em ê li vir şîna xwe berdewam bikin.”  Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike, di roja 487’emîn de ye.    Malbat serê sibehê ji navçeya Pirsûsê ji mala xwe hat ber edliyeyê û li ber edliyeyê dest bi nobeda îro kir. Malbat kesên diçin edliyê û tên derbarê têkoşîna xwe ya edaletê de wan agahdar dikin.    ‘ÇAR SAL IN ZILMA WAN DIDOME’    Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axivî û wiha got: “Çar sal in bi deste darazê zilm dewam dike. Sibê Cejna Qûrbanê ye. Serokên partiyan wê wek ku jiyan asayî ye peyamên cejnê belav bikin. Lê belê salek û nîv e dayikek ku her tim di nava şînê de ye û dilê wê dişewite li ber Edliyeya Rihayê ye û tenê daxwaza wê ew e ku hiqûq û qanûn werin şixûlandin. Çar sal in doz nehatiye vekirin. Tevî ku dîmenên kamerayan û rapora pispor jî hene. Heke darizandinek adil hebûya wê niha çar ferdên malbata me di nav me de buna. 4 sal in birayê min bi fermana serdestan di hucreya yek kesî de ye. Çar sal in em cejnan pîroz nakin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin, çimkî em mafdar in. Bi milyonan mirov xwedî li doza me derketin. Çimkî edaleta ku em dixwazin rojek ji bo her kesê lazim were. Sibê Cejna Qûrbanê ye. Heta ku edalet were mala me em ê li ber deriyê Qesra Edaletê bin. Em ê cejnê pîroz nekin û li vir di nava şînê de bin. Heta edalet neyê em ê ji vir neçin cihekî din.”    MALBAT WÊ SIBÊ LI BER EDLIYÊ BE    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê, hesabên hunermend Tarkan, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, Wezareta Dadê û Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Mehmet Ozhasekî etîket kir û vê peyamê parve kir: “Sibê wê serokên partiyan peyamên cejnê belav bikin lê wê dayikek di roja cejnê li ber Qesra Edaletê daxwaza edaletê bike. Çar sal in ne êşa me û ne jî rondikên çavê me kêm bûne…”