Meclisa Federel a Almanyayê qirkirina êzidiyan nas kir 2022-07-08 13:58:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterên Elman, qirkirina ku DAIŞ'ê di sala 2014'an de li Şengalê li dijî êzidiyan kiribû, nas kirin.    Parlamenterên Elman, qirkirina ku DAIŞ'ê di sala 2014'an de li Şengalê li dijî êzidiyan kiribû, di 7'ê tîrmehê de roja pêncşemê qirkirina êzidiyan nas kir. Pêşnûme bi yekdengiyê hate qebûlkirin.   Serokê Komîteya Alîkariya Mirovî û Mafên Mirovan a Keskan Max Lûcks got: "Naskirina Qirkirinê, ji bo çareserkirina travmaya bi serê civaka êzidî ve hatiye, gaveke girîng e."   Lûcks destnîşan kir ku ji bo civaka êzidî ya tê xwestin "jiyaneke bi ewle û aştî ye."   Dadgeha Elman mijdara sala bihûrî de endamek DAIŞ'ê yê ji Iraqê ji ber sûcê qirkirina li dijî êzidiyan mehkûm kiribû. Ev mehkûmiyet li cîhanê gaveke nû bû.   Tîmeke lêpirsîna taybet a Neteweyên Yekbûyî meha gulana 2021'ê ragihandibû ku têkildarî qirkirina li dijî êzidiyan, "delîlên şênber û cihê baweriyê" kom kirine.   3'ê Tebaxa 2014'an li Şengalê di dema êrişên qirkirinê de bi hezaran êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran hatin revandin û di asta koletiya zayendî de li bazaran hatin firotin. Hîn jî aqûbeta bi hezaran ji wan nayê zanîn. Li gorî daneyên hatine piştrastkirin, DAIŞ'ê herî kêm 5 hezar êzidî qetil kirin û 7 hezar jî revandin.