ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2022’YAN 2022-07-09 09:00:35     * Weşanxaneya Aryenê pirtûka "Zagroslarda Bir Ceylan" a A. Rahman Çadirci, pirtûka "Direnişe Çagri Manîfestosû" ya Bager Sayak, pirtûka "Xîwnzê" ya Mihemed Mihdî Nêçîrvan "Esargeya Şêmûgê" ya M. Çiya Mazî çap kirin.    * Der barê O.Y. de ku êriş biribû Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Çûkûrovayê û gotibû "Ez ji ber bûyerên teror û şehadetê xemgîn bûm", bi îdîaya "Zerar daye mal" doz hat vekirin.   * Dadgehê hinceta biryara beraetê ya derbarê polîs Kazim Bozkûrt de ku li Amedê Recep Hantaşê 20 salî kuştibû, daxuyand. Dadgehê gotiye: "Nehatiye tespîtkirin ku bê ka Hantaş bi çeka kîjan polîsî hatiye kuştin."    * Desteya Dîsîplînê ya Girtîgeha Amedê ya Tîpa D'yê nameya rojnamevan Mehmet Alî Ertaş a ji bo hevpîşeya xwe nivîsandiye bi hinceta "xebatên rojnamevaniyê didomîne" desteser kir.    * Ferhenga Kurdî-Tirkî bi çapa xwe ya nû ya berfireh derket. Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi diyar kir ku 44 hezar peyvên nû li ferhengê hatine zêdekirin û ferheng çavkaniyeke baş e.   * Rojnameger Kurdo Baksî diyar kir ku Tirkiye tiştek bi dest nexistiye û Swêd û Fînlandiyayê jî di civîna NATO'yê de îmze danîne bin "peymana niyetê" û got: "Civîna li Madrîdê têk çû."   * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar dê di roja 488’an de berdewam bike.    * Bi boneya 31’emîn salvegera qetilkirina Serokê HEP’a Amedê Vedat Aydin dê îro li ser gora wî ya li Goristana Deriyê Mêrdînê yê Amedê merasîma bîranînê bê lidarxistin. (08.30)   * ÎHD û Xizmên Windakiriyan dê çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” di hefteya 700’an de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê li dar bixin. (11.00)   * Dayikên Şemiyê bi mebesta pirsîna aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina kujerên wan, her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Dayikên Şemiyê di hefteya 902’yan de dê çalakiya xwe online bikin.(12.00)    * Şaxa ÎHD’a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixe. Di hefteya 537’an de çalakî dê li avahiya komeleyê bê lidarxistin. (13.30)    * Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, dê di hefteya 409’an de li pêşiya Şaxa ÎHD’a Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)