Polîsan ew kuşt lê kiryar tune ye! 2022-07-09 09:01:49   AMED - Dadgehê hinceta biryara beraetê ya der barê polîs Kazim Bozkûrt de ku li Amedê Recep Hantaşê 20 salî kuştibû, daxuyand. Dadgehê gotiye: "Nehatiye tespîtkirin ku bê ka Hantaş bi çeka kîjan polîsî hatiye kuştin."    Di 14'ê nîsana 2019'an de polîsan li Sumerparkê ya Taxa Şehîtlîk a navçeya Yenîşehîr a Amedê Recep Hantaşê 20 salî yê xurde berhev dikirin kuştibû. Ji ber vê derbarê polîs Kazim Bozkûrt de doz hatibû vekirin. Dadgehê der barê Bozkûrt de biryara beraetê dabû. 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di danişîna biryardayînê ya di 21'ê Hezîranê de ji bo kuştina Hantaş îşaret bi gumanbarine din nekiribû.    Di biryarê de hatiye diyarkirin ku polîs Kazim Bozkurt ku di Rapora Şaxa Vekolîna Deng û Dîmen a Daîreya Îhtisasê ya Înformatîkê ya Edlî de wekî "Polîsê Hejmar 5" hatiye kodkirin, li paş Hantaş di pozîsyona hedefgirtinê de ye lê ji ber ku dîmena dema derbxwarina Hantaş de tune ye nehatiye tespîtkirin bê ka Hantaş ji aliyê Bozkûrt ve hatiye kuştin an na. Di biryarê de li ser rapora Buroya Krîmînalê ya Neteweyî jî hatiye sekinandin ku di vê vê raporê de hatiye gotin polîs Ergîn K. û Bozkûrt bi hev re çek teqandine û piştî şixulandina çekê ya Ergîn K. bi 2 saniyeyan Hantaş ketiye erdê, lê piştî vekolandina li cihê bûyerê, otopsiyê û beyanên şahid û bersûcan bûyer di leha kiryar Bozkûrt de hatiye nirxandin.    Di biryarê de li ser agahiyên di rapora keşifkirina cihê bûyerê de jî hatiye sekinandin. Di rapora keşifkirina cihê bûyerê de hatibû diyarkirin ku guleya ku bûye sedema mirina Hantaş dibe ku ji erdê jî pengizîbe. Dadgehê jî di biryara xwe de ev yek jî ji xwe re kiriye hincet û gotiye tespîtkirina çeka ku guleya wê li Hantaş ketiye zehmet e û bal kişandiye ser mutalaaya dozger.    Dadgehê di biryara xwe de gotiye: "Nehatiye tespîtkirin ku bê ka Hantaş bi çeka kîjan polîsî hatiye kuştin."    Her wiha dadgehê di dema daxuyandina hinceta ji bo biryara beraetê de diyar nekiriye ku bê çima giliyê polîsên din ên li cihê bûyerê nehatiye kirin.