Qurnefîl danîn Qada Galatasarayê: Em ê nedin jibîrkirin 2022-07-09 14:17:26   STENBOL - Dayikên Şemiyê bi wesîleya Cejna Qurbanê qurnefîl danîn Qada Galatasarayê û gotin: “Me ji bîr nekirin û dê nedin jibîrkirin. Heta ku em gorên windakiriyan dibînin jî dê têkoşîna xwe bidomînin.”    Bi mebesta pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên windakirî û darizandina kujerên wan, Dayikên Şemiyê di hefteya 902’yan de bi wesîleya Cejna Qurbanê li qada Galatasarayê hatin ba hev û qurnefîl danîn qadê. Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî û gelek parastvanên mafên mirovan jî piştgirî dan çalakiya vê hefteyê.      Li gel dorpêça polîsan jî, Dayikên Şemiyê qurnefîl danîn Qada Galatasarayê û di vê navberê de polîsan hewl dan wan asteng bikin. Dayikên Şemiyê bi polîsan re nîqaş kirin û ji polîsan re gotin: “Qada Galatasarayê qada hevdîtina me ya bi hezkiriyên me re ye. Me lewma qurnefîl danîn vê derê. Ev qad bi awayekî keyfî li me hatiye qedexekirin. Qada Galatasarayê, qada hafizeyê ye û em ê tu carî dev jê bernedin. Me hezkirinên xwe ji bîr nekirin û dê nedin jibîrkirin. Heta ku gorên hezkiriyên me tên dîtin jî em ê li vê derê bin. Em ji mafê serdana goristanê bêpar hatine hiştin.”    ‘CEJN BÛNE XENCEREKE JENGÎ’   Piştî ku Dayikên Şemiyê qurnefîl danîn qadê jî ber bi Şaxa ÎHD’a Stenbolê ve meşiyan. Mîna her hefteyê, vêhefteyê jî piştî meşê daxuyanî bi online hate dayîn. Daxuyanî ji hêla xwîşka Nûçegihanê Ozgur Gundemê Ferhat Tepe ku li Bedlîsê hatibû qetilkirin, Ayşe Tepe ve hate xwendin. Tepe, anî ziman ku divê cejn bibin wesîleya xurtkirina hestên civakî, aştî û yekitiyê û wiha pê de çû: “Cejn, ji bo xizmên windakiriyan mîna xencereke jengî ye ku li dil ketiye. Ev 23 sal in me şîna windakiriyên xwe negirtiye.”   BI AKP’Ê RE TUNDÎ ÊDÎ REWA HAT DÎTIN   Bi domdarî Tepe, diyar kir ku di serdema AKP’ê de Qada Galatasarayê li wan hatiye qedexekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev çar sal in ku serokkomar, tundiya polîsan hêjayî daxwazên me yên rewa û qurnefîlên di destê me de dibîne. Heta ku em soza xwe ya ji bo windakiriyên xwe pêk tînin jî dê têbikoşin.”