Ronakbîrên kurd bang kir: Li ser kurdan bazariyan nekin 2022-07-09 16:46:53   NAVENDA NÛÇEYAN – Ronaokbîr, nivîskar, rojmanevan û derdorên cuda yên kurd bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Swêd, Fînlandiya û NATO’yê kirin ku bi Tirkiyeyê re li ser kurdan bazariyan nekin.    Ronakbîr, nivîskar, mafnas, rojnamevan, akademîsyen, hunermend û siyasetvanên Kurdistanî bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Swêd, Fînlandiya û NATO’yê kirin.   Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:   “Di 28.06.2022’an de li paytexta Spanyayê Madrîdê bi pêşengiya Sekreterê Giştî yê NATO’yê, rayedarên hikûmetên Swêd û Fînlandiyayê li gel rayedarên dewleta tirk kom bûn û peymanek îmze kirin. Mixabin nûnerên dewletên ku bi demokrasî û rêzgirtina mafên mirovan têne naskirin, bi kesekî diktator, şerxwaz û destbixwîn re, bi kesekî weke Recep Tayîp Erdogan re rûniştin û destê wî girtin.   Ev peyman ji deh xalan pêk tê. Dema ku mirov li naveroka vê peymanê dinêre, dibîne ku ev peyman bi temamî li dijî gelê kurd û deskeftiyên gelê kurd hatiye nivîsandin û rewabûnê dide rejîmeke totalîter.   LI SER KUDAN BAZARÎ HAT KIRIN    Gelê kurd û Tevgera Azadiya Gelê Kurd, çi zirar nedaye NATO, Swêd û Fînlandiyayê. Bervajî wê di şerê li dijî DAIŞ’ê û tundrewên wek wê de, hêzên Kurdistanî berjewendiyên van welatan jî di nav de, berjewendiyên cîhana demokratîk û mirovatiyê, bi berdêlek gelek mezin parastin. Nûnerên gelê kurd li Madrîdê nebûn û di van hevdîtinan de kurd ne alî bûn. Lê mixabin li ser qedera kurdan bi Erdogan re bazar hatin kirin û li dijî kurdan biryar hatin standin û peyman hatin çêkirin. Li vê derê em dixwazin bipirsin; gelo ev helwest çiqas li gorî hêmanên exlaqî ye û wijdanî ye? Gelek kes dema diaxivin, dibêjin em metirsiyên dewleta tirk ên ewlekariyê di cî de dibînin. Gelê kurd ku di bin êrişên dewleta tirk de ye û bi qirkirinê re rû bi rûye, çima hûn metirsiyên gelê kurd jî berbiçav nagirin û vê rastiyê jî nabînin?   Li ser vê peymanê helwesta me ev e;   Heqê çi sazî, dewlet û kesan nîne, bêyî ku ji kurdan bipirsin li ser kurdan peymanan çêkin û rêxistinên kurdistanî mehkûm bikin. Ev peyman rê li lêgerînên aştî û diyalogê digire, rê li ber êrişên qirkirinê yên dewleta tirk vedike û destê şerxwazan xurt dike. PKK ne rêxistineke terorîst e, ew li gor peymanên navneteweyî mafên gelê Kurdistanê diparêze û ji bo azadiya gelên Kurdistanê têdikoşe. PYD û YPG, di şerê li dijî DAIŞ’ê de hevkarê Koolîsyona Navneteweyî ne û di vî şerî de berdêlên giran dan.  PYD û YPG li dijî dewleta Tirkiyeyê ne gef in. Heyîna Rêveberiya Xwser ya Bakur û Rojhilata Sûriyeyê, di tekoşîna li dijî DAIŞ’ê û hêzên tundrew de, pêwîst e weke garantiyekê were nirxandin. Ji ber zext û îşkenceyên dewleta tirk, gelek siyasetvanên kurd mecbûr mane derkevin derveyî welat. Nabe siyasetvanên kurd û penaberên siyasî, radestî rejîma Erdogan bêne kirin. Em kesên nav û îmzeyên wan li jêr in, bang li berpirsiyarên NATO, Swêd û Fînlandiyayê dikin ku helwesta xwe li ber çavan re derbas bikin, nebin hevkarên şerxwaz û zaliman, di doza kurdan de bibin hevkarê lêgerînên diyalog û aştiyê.   Her wiha em bang li gelên dewletên endamên NATO, bi taybetî li gelê Swêd û gelê Fînladiyayê dikin ku ew jî li hember vê peymana neheq derkevin û dostaniya di navbera gelan de xurttir bikin.”   KESÊN DAXUYANÎ ÎMZE KIRINE   Navên kesên daxuyanî îmze kirine wiha ne: “Medenî Fethî, Fuat Kav, Sefkan Kobanê, Fevzî Ozmen, Hasan Hayrî, Mazhar Zumrut, Ridwan Altun, Mirhem Yîgît, Sûltan Yaray, Aynûr Aras, Mehmet Saît Arzu, Necat Baysal, Îrfan Babaoglû, Azîz Tunç, Fevzî Çetîn,  Seywan Saedîan, Hemîd Bedirxan, Bêrîvan Doskî, Kner Abdullah,  Dimen Sohnolbi, Ferhad Jahanbeigî, Anîsa Caferimihr, Jiyar Jahan Fars, Anwar Almann, Dr. Kemal Sido, Welidê Memkê Hesê, Sînan Hatay, Ahmet Aktaş, N. Gultekîn, Eşkere Boyik, Cemal Bûlût, D. Mûrad, Kulî Shikha, Masoud Aqil, Şîna Faîq, Yaşar Aksu, Osman Ergîn, Hesen Huseyîn Denîz, Naeim Najafî, Şaran Kemanger, Maşallah Dekak, Fayik Akpur, Şukru Yildiz, Josef Keleş, Mîraz Ronî, Bahram Younes, Faysal Salih, Dêrsim Oremar, Alî Hasan, Ferhat Sîncar, Omer Cengîz, Asya Xerzan, Mohammed Ahmed, Yousef Mantk, Fergîn Melîk Aykoc, Gulistan Pervîn, Fatma Savci, Sîpan Şînda, Ako Ahmed, Songul Akpinar, Azad Mostow, Yildiz Çakar, Xebat Şakir, Ronî Riha û Kemal Aktaş.”