Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 489’an de ye 2022-07-10 11:34:44 RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar berdewam dike. Malbatê da zanîn ku ji ber cejnê dê nobeta xwe li mala xwe ya Pirsûsê bidomînin û ev peyam da: “Deriyê me ji her kesî re vekirî ye.”  Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Bi mebesta darizandina kujeran û girtina wan, Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 488’an de jî berdewam dike. Malbatê ji ber Cejna Qurbanê, nobeta xwe îro li mala xwe ya li Pirsûsê domand.    Têkildarî mijarê malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Îro piştî serdana goristanê, em ê ji ber mêvanên xwe yên ji derveyî bajar hatine nobeta xwe li malê bidomînin. Deriyê mala me ji her kesên dixwazin bên serdana cejnê re vekirî ye.”