Li dijî biryara berdana Kadîr Şeker îtîraz hate kirin 2022-07-10 12:05:14   ENQERE- Piştî ku cezayê dadgeha herêmî ji hêla Dadgeha Bilind ve hatiye xerakirin, Kadîr Şeker hatibû berdan. Li dijî vê biryara berdanê jî îtîraz hate kirin.    Ciwanê bi navê Kadîr Şeker dema li Konyayê hewl da mudaxaleyî Ozgur Duran ê tundî li Ayşe Dirla dikir, bi teqezayî bû sedema mirina Duran. Li ser vê yekê jî dadgehê 12 sal û nîv cezayê hefsê li Kadîr Şeker birîbû. Lê belê Dadgeha Bilind biryara dadgeha herêmî xera kir û li ser vê yekê jî Şeker hate berdan. Li dijî biryara Dadgeha Bilind îtîraz hate kirin. Parêzera malbata Duran ku îtîraz kir da zanîn ku biryara hatiye dayîn ne li gorî usûl û qanûnan e.