Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Dewlet dengê xwe ji DAIŞ’ê re nake 2022-07-10 13:08:36 ENQERE - Di meha 81’emîn a Komkujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de çalakiya bîranînê hat lidarxistin û wiha hat gotin: “Rêxistiniya DAIŞ’ê ya li Tirkiyeyê dîsa xwe komî ser hev dike. Dewlet dengê xwe ji birêxistinkirina DAIŞ’ê ya li Tirkiyeyê re nake.”  Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê ji bo 104 kesên di mitînga 10’ê cotmeha 2015’an a li Enqereyê de ji hêla DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin, li Gara Trênê merasîma bîranînê li dar xist. Di bîranînê de pankarta ku wêneyên kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin li ser bûn hate vekirin. Bîranîn, saet di 10.04’an de anku di deqeya ku komkujî hatibû kirin de bi rêzgirtinê dest pê kir. Girseyê di vê navberê de gelek caran dirûşmên “10’ê Cotmehê nede ji bîr neke, nede jibîrkirin”, “Ji şer re na, aştî a niha” û “Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet” hatin berzkirin. Daxuyanî ji hêla yek ji endamên rêveberiya Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê Îshak Kocabiyik ve hate xwendin.    KOMKUJIYA PIRSÛSÊ BI BÎR XISTIN    Kocabiyik, diyar kir ku ev 14’emîn cejn e ku bi êş, bi hêrs û bi şînê derbas dikin û wiha got: “10 roj piştre jî dê bibe 7’emîn salvegera Komkujiya Pirsûsê. Me 33 rêwiyên xeyalan li wir winda kirin. Rêya wan rêya me, xeyalên wan xeyalên me ye. Tişta ku wan dixwestin bikin bila deynê me be. Divê were zanîn ku rêxistiniya DAIŞ’ê ya li Tirkiyeyê dîsa xwe komî ser hev dike. Di dest de çek, rûyê wan girtî wêneyan parve dikin. Yên ku her parvekirineke me ya medyaya civakî dişopînin, gelo çima dengê xwe ji vê rêxistiniya DAIŞ’ê re nakin. Heta heke bi xeletî ve werin girtin jî çendek roj piştre tên berdan.”    ‘DÊ AŞTÎ BI SAYA TÊKOŞÎNA ME PÊK WERE’    Kocabiyik, di berdewamê de ev tişt anî ziman: “Rojên xwînî û tarî di 5’ê hezîranê de bi êrişa DAIŞ’ê ya li dijî mitînga Amedê dest pê kirin. Bombeya zindî ya li wê derê vêcarê di 20’ê tîrmehê de xwe dîsa nîşan da. Piştre jî di 10’ê Cotmehê û gelek deverên din. Lê têkoşîna me ya ku ev 81 meh in didome dê bi dawî nebe. Em ê heta dawiyê vê têkoşînê bidomînin. Heke aştî tenê rojekê jî were, ew dê bi saya têkoşîna me be.”   Ji Rêxistinên Ciwanan Zeynep Ulger jî ji bo bîranîna Komkujiya Pirsûsê bang kir û xwest ku hemû kes di 20’ê tîrmehê saet di 18.00’an de li Guvenparkê beşdarî bîranîna Komkujiya Pirsûsê bibe.