Ji ber barana zêde li Stenbolê gelek mal di bin avê de man 2022-07-10 14:16:33   STENBOL - Ji şevê din heta niha li Stenbolê baraneke zêde dibare. Ji ber barana zêde gelek mal di bin avê de man.    Li Stenbolê ji şevê din ve baraneke zêde dibare. Bi barîna zêde re gelek taxên navçeya Esenyurtê bandoreke mezin li ser çêbû. Baran heta saetên serê sibehê bênavber bariya û di encamê de rûbarê bi navê Haramîdere yê navçeyê ser de avêt. Ji ber serdeavêtina rûbar gelek jêrzemîn û malên li taxên Yeşîlkent û Pinarê di bin avê de man. Şêniyên taxên navborî bi hawara malbatên di jêrzemînan de dimînin ve çûn.    Ji ber avê li malan gelek ziyanên madî çêbûn. Komên îtfaiyeyê jî ji bo valakirina van malan ji avê dest bi xebatan kirin.    Hêj niha jî li Stenbolê bareneke zêde dibare.