Sadr: Iraq, qurbanî û girtiya nelirêtiyê ye 2022-07-10 14:47:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Tevgera Sadrê Muqteda Es Sadr diyar kir ku Iraq bûye qurbanî û girtiya nelirêtiyê.    Tevgera Sadrê di hilbijartinên giştî yên di 11’ê cotmeha 2021’an ên Iraqê de bûbû partiya yekemîn û lê ji ber ku hikûmet nehatibû avakirin, xwe ji parlamentoyê vekişand. Serokê Tevgera Sadrê Muqteda Es Sadr bi boneya Cejna Qurbanê peyamek parve kir û wiha got: “Iraq bûye qurbanî û girtiya nelirêtî, paşverûtî û destwerdanên derve.”    Li gorî nûçeya Rojnewsê; Sadr li ser hesaba xwe ya medyaya civakî ev peyam parve kir: “Bi hêviya ku gelên Iraqê di bin alaya ol, bawerî û welêt de bi keyfxweşî, bi hev re, azad û serbixwe bijîn.”