Îtiraza ji bo girtina 16 rojnamevanan hat redkirin 2022-07-10 19:20:33 AMED - Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 5'an a Amedê îtiraza ji bo girtina 16 rojnamevanên di 16'ê Hezîranê de hatibûn girtin red kir.  Di 8'ê Hezîrana 2022'yan de 20 jê rojnamevan 22 kes li Amedê di avêtina ser malan de hatibûn binçavkirin û piştî 8 rojên di binçavan de sewqî Edliyeya Amedê hatibûn kirin. Ji 22 kesan 16 rojnamevan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Piştî vê parêzerên rojnamevanan di 22'yê Hezîranê de serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Amedê dabûn û xwestibûn rojnamevanên girtî bi awayekî negirtî bên darizandin.    Dadgeriya Ceza ya Sulhê piştî 18 rojan biryara xwe daxuyand. Dadgeriyê îtiraza ji bo girtina rojnamevanan red kir û biryara domandina girtina wan da. Dadferiya Ceza ya Sulhê ya 5'an a Amedê ji bo îtiraza ji aliyê parêzeran hat kirin derpêş kir ku ji ber ku delîlên berbiçav hebe û sûcê wan sûcine katalogî ne berdana bi kontrola edlî ne pêkan e û biryara domandina girtina wan da.