Çikmaz a li Cizîrê du zarokên xwe winda kirin: Hişmendiya dewletê her tim eynî ye 2022-07-12 09:09:29   ŞIRNEX - Esmer Çikmaz a di dema qedexeyên derketina derve de du zarokên xwe winda kirin, bertek nîşanî biryara AYM’ê ya “binpêkirina mafê jiyanê nîne” ya ji bo jêrzemînên Cizîrê da û wiha got: “Ewilî gundên me şewitandin dû re jî zarokên me şewitandin û qetil kirin. Hişmendiya dewletê her tim eynî ye.”   Di dema qedexeyên derketina derve yên di 14’ê Kanûna 2016’an de li navçeya Cizîra Şirnexê hate îlan kirin û 79 rojan berdewam kir de 177 jê di jêrzemînan de 288 kesan jiyana xwe ji dest da. Serlêdana malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan a têkildarî binpêkirina mafê jiyanê ya li Dadgeha Destûra Bîngehîn (AYM) cara duyemîn hate redkirin. AYM’a ku di 7’ê tîrmehê de birayara xwe aşkere kir, îdia kir ku di bûyera qewimî de binpêkirina mafê jiyanê nîne.    ‘ZAROKÊN ME LI PÊŞ ÇAVÊN ME HATIN ŞEWITANDIN’   Esmer Çikmaz (50) a di dema îlankirina qedexeyên derketina derve de zarokên xwe yên bi navê Yasemîn û Vahap Çikmaz winda kirin, bertek nîşanî biryara AYM’ê da. Çikmaz, bi bîr xist ku keça wê 15 salî bû, xwendekara pola 2’yemîn a lîseyê bû û wiha got: “Dewletê zarokên li pêş çavên me di jêrzemînan de qetil kirin. Ne tenê keça min gelek kes bi wê re qetilkirin. Bêhna ku dema laşên wan hatin şewitandin hêj jî di difina min de ye. Ew dîmen hêj di hişê min de bi awayekî zindî disekine. Ez bi xwe bûm şahide şewitandina zarokên me ya di jêrzemînan de. Dema qetil dikirin nedihiştin ku em biçin wê derê. 6 sal derbas bûn lê weke ku beriya çend saetan qewimî di hişê min de ye.”   Çikmaz, bi lêv kir ku zarokên di jêrzemînan de hatin şewitandin zarokên wan bi xwe bûn û wiha berdewam kir: “Xwedê jî dizane kî mafdar e. Kesên li wir hatin qetilkirin hemû jî zarokên vî gelî bûn. Li pêş çavên me şewitandin. Ji bo ku zarokên me bikarin derkevin em ketin nava hin hewldanan. Rayedarên dewletê jî gotin ‘heke ji jêrzemînan derkevin em ê wan bînin’. Li ser banga hate kirin kesek ji bo ku wê çi bibe derket ber derî. Çawa ku derket ber derî ew kuştin. Ji ber wê yekê tu kesê nikarî ji bodrûman derkeve.”   ‘KURT DI ARMANCA DEWLETÊ DE YE’   Çikmaz, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê zerreya edaletê nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tirkiye dibêje Îsraîl zilmê li Filistînê dike. Lê zêdetirî li me dike. Bila kes nebêje li Tirkiyeyê heq, hiqûq, edaletê heyî. Tiştên bi me dane jiyan, ne karê mirovahiyê ye. Ez hatim heta vî emrê xwe min hiqûq nedît. Ewilî gundên me şewitandin û em bi darê zorê ji gundên me derxistin. Bi dehan mirov di wê pêvajoyê de hatin kuştin. Em pişt re hatin Cizîrê jiyaneke nû ava kirin. Vê carê jî zarokên me bi şewitandinê qetilkirin. Hişmendiya dewletê her tim eynî ye. Ji salên 90’î vir ve tu tişt nehate guhertin. Dewlet lîstikê bi me kurdan dike. Her 5-6 salan carekê darbeyên mezin li kurdan dide. Dema biçekê kurd bi ser xwe ve tên li wan dide. Ne tenê kurdên li Tirkiyeyê li ku derê bibe bila bibe heke kesek kurd bibe ji aliyê dewletê ve hedef tê girtin.”   TÊKOŞÎNA EDALETÊ WÊ BIDOME   Çikmaz, destnîşan kir ku heta dawiyê wê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin û xwest ji kesên zarokên wan qetilkirine hesap were pirsîn. Çikmaz, anî ziman ku ji bo edaletê çi pêwîst be wê heta dawiyê têbikoşe û banga hestiyariyê li raya giştî kir. Çikmaz herî dawî xwest ku her kes li doza Cizîrê xwedî derkeve.