Ji ber ku ‘poşmantiyê’ qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin 2022-07-12 09:10:19 AMED - Azîz Tufan ê girtî ku çar roj ji berdana wî re mabû, ji ber lêferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekiriye, berdana wî taloqî sê meh şûnve kirine.  Desteya Çavdêriya Îdarî (ÎGK) ya ku di 1’ê çileya 2020’yan de ji bo li girtîgehan rewşa girtiyan binirxîne hat avakirin û bi biryarên ku dide berdana girtiyan taloq dike. Yek ji girtiyên ku bi biryara ÎGK’ê berdana wî hat taloqkirin jî Azîz Tufan e ku di Girtîgeha Amedê ya Jimara 1’an a Ewlehiya Bilind de tê ragirtin.    Azîz Tufan di sala 2016’an de li navçeya Licê ya Amedê tê binçavkirin û bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” tê girtin û 7 sal û 6 meh ceza lê tê birîn. Ji çaran sisêyê vî cezayî raza yanî 5 sal û 7 meh û 15 roj cezayê xwe qedand. Divê di 10’ê tîrmehê de bihata berdan lê ji ber biryara ÎGK’ê berdana wî sê meh hat taloqkirin. ÎGK’ê di 6’ê tîrmehê de jê re ragihand ku berdana wî hatiye taloqkirin. Tufan bi telefonê li gel malbata xwe axivî û ji wan re ragihand ku berdana wî sê meh hatiye taloqkirin.    ‘POŞMANTIYÊ LÊ FERZ KIRIN E’    Dayika wî Aysel Tufan destnîşn kir ku ji ber lawê lêferzkirina “poşmantiyê” qebûl nekiriye berdana wî taloq kirine. Aysel Tufan got dê lawê wê di roja duyemîn a cejnê de bihata berdan û ji ber zarokên wan kurd in û xwedî li kurdbûna xwe derdikevin nayên berdan. Tufan anî ziman ku ew bi kurdbûna xwe serbilind in û heke ew carek din werin dinyayê dîsa dixwazin wek kurd werin dinyayê. Tufan da zanîn ku girtîgeh bi sepana taloqkirina berdana girtiyan dixwaze îradeya girtiyan bişikîne û got: “Lê divê girtîgeh û rayedar baş bizanibin ku wê îradeya me bi van sepanan neyê şikandin. Em ê heta dawî xwedî li vîna xwe derkevin.”    ‘VERSIYONEK DIN Ê DARVEKIRINÊ YE’    Tufan destnîşan kir ku vê bêhiqûqiya ku li girtiyên siyasî ferz dikin, ev jî versiyonek cezayê darvekirinê ye û li vî welatî cezayê îdamê her çiqas hatibe rakirin jî lê ev sepan didin nîşandan ku ew ceza di meriyetê de ye. Tufan diyar kir ku lawê wê nexweş e û nayê tedawîkirin û divê tevahiya girtiyên nexweş bên tedawîkirin û berdan.    MA / Mehmet Guleş