Rojnamevan Çelîk: Destek qirêj û komploger ketiye dewrê 2022-07-12 13:03:03 AMED - Rojnamevanê girtî Omer Çelîk di nameya xwe ya ku hatibû desteserkirin de destnîşan kir ku ew bi darazek ku veguheriye klasîkbûn û pratîka Seyyar Giyotine û destek ku qet xerîbê wê nînin ketiye dewrê.    Rojnamevan Omer Çelîk li Amedê bi 15 hevpîşeyên xwe yên kurd re hatibû girtin. Omer Çelîk di 28’ê hezîranê de nameyek ji hevpîşeyê xwe Mehmet Guleş re nivîsandibû. Lê belê Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê vê nameyê “bifikar” dîtibû û nameyê desteser kiribû. Çelîk di nameya xwe de bal kişand ser zextên îktidarê yên li ser rojnamevanan û divê bi awayek hevpar li dijî zextan her kes li ber xwe bide.    ‘HEVALTÎ SILAVEK GERM E’   Nameya rojnamevan Omer Çelîk ku bi hêceta “bifikar” hatibû desteserkirin wiha ye:    Ji bilî silavekê û bi peyvên dixwazin çend tiştan bêjim ji her kesî re silav. Bi qasî ku ez fêm dikim di dem û cihên cuda de, beriya her tiştî hevaltî silavek germ e. Careke din, her çiqas li derve ne xwedî aliyek pir cuda be jî, silav li wan kesên ku ji hundir, li pişt dîwar û deriyên hesinî xewna qenc, rast û xweş xewn dikin û ber bi wê ve diçin.   DARAZÊ VEGUHERANDINE SEYYAR GIYOTÎNE    Weke hûn jî dizanin, qanûn û pênaseya di bin kontrola iktidara AKP'ê de ku welat 20 sal in bi rê ve dibe, bi van polîtîkayên welat kiriye agir û kaş kiriye ber kendal. Girtina rojnamevanan a dawî şibiyaye pratîka darazê-klasîk a Seyyar Giyotine. Em bûn qurbanê êrişên dawî yên vê îktidarê. Weke rojnamegerên kurd, endamên çapemeniya azad ên ku bi berpirsyariya xwe ya li hemberî gel û civakê neheqiyek jî qebûl nakin û di bin her şert û mercî de rastiyan şopandine û ragihandine, êrişên ku me heta niha kirine hedef. Ev jî wek êrişên her carê ye. Di dîrokê de gelek zextên wiha hatine serê rojnamevanên kurd. Lê di warê mekanîzmaya edaletê ya ewlekarî-edlî de ku em pê re rû bi rû mane, dişibe operasyona di bin navê 'KCK'ê de ji aliyê Cemaeta Gulen ve ku hatibû kirin. Taybetmendiyên wê hene ku divê ji bo me hemûyan were baş were fêmkirin.    DESTEK KU EM NEXERÎBÊ WÊ NE KETIYE DEWRÊ    Me ji malên me girtin û birin midûriyeta polîsan. Ji me re gotin lêpirsîn ‘veşarî’ ye û ne me ne jî parêzerên me nizanibûn em bi kîjan hêcetê hatine binçavkirin. Paşê em hînbûn ku dîsa wek her carê medya havuzê bi nûçeyên derew xelkê xapandiye. Dixwazin di çavê civakê de me sûcdar bikin. Lê em vê baş dizanin ku dixwazin bi binçavkirin û girtina me îdraksaziyê çêbikin û em ne xerîbê vê hişmendiya ku li dijî me çêdikine û em dizanin dîsa destên qirêj ketine dewrê.    WELATIYÊ LI KOLANÊ JÎ DAXILÎ OPERASYONA KOMPLOYÊ KIRIN    Heke ku gazî me kiribûna qey gelo em ê neçûna îfadeyê? Lê tişta ew dixwazin ava bikin, rojnamevaniya me sûcdar bikin. Em 22 kes hatin binçavkirin. Di nav me de xwişkek me ku aşpêjiya şirketa produksiyonê dikir û welatiyek ku li kolanê ramanên xwe anîbû ziman jî binçav kirin. A sosret ev e. Me vî ciwanî nas nedikir. Piştî dema binçavkirina me du roj dirêj kirin û me birin dozgeriyê, me li korîdora edliyeyê vî ciwanî nas kir. Vî ciwanî ramanên xwe aniye ziman û polîtîkayên îktidarê rexne kiriye, lê tehamul nekirine û wî binçav kirine û xwestine wî jî daxilî vê operasyona komployê bikin.    HELWESTA DOZGER   Tu hêviyek me ji dozgeriya ku me bi hêcetên pûç û sexte sûcdar dikir û agahiya nedida me û parêzerên me, nebû. Dozgera Komarêya Bismilê bûye. Lê wê bi awayek demkî şandiye Edliyeya Amedê û wezîfedar kirine. Dosyeya lêpirsîna me radestê wê kirine û tişta girîng û ecêb jî ev e. Ne pir zor bû ku meriv jê fêm bike bi awayek taybet hatiye wezîfedarkirin. Axir dema me dibirin odeya dozgeriyê, wê tabloya em pê re rûbirû man û objeyên li ser maseya wê jî dida nîşandan ku wê me teva bide girtin. Blûzê wê spî, saqoyê wê yê sor û kolyeya wê ya heyv û stêrk û awirên wê bi neyartî her tiştî eşkere radixist ber çavan. Ne pêkanbû ku meriv di wan awirên wê yê dijmanane de edaletê bibîne.    EM BI MUAMELEYA XERAB RE RÛBIRÛ MAN    Me fêm kir ku em çi bersiva pirsên me pê sûcdar dikin bidin jî lê wê beyhude be. Jêpirsîna me nêzî 24 saetan dom kir. Di jêpirsînê de ji du hevpîşeyên me ku dema ji Cizîrê vedigeriyan Amedê muameleya ku reviyane li wan hat kirin. Ev rewşa sûcdarkirinê bi sere xwe rewşek trajîkomîk e. Me 22 kesan bi daxwaza girtinê sewqî cem dadger kir.    ROJNAMEVANAN ŞANDIN NAV ÇAR DÎWARAN    Atmosfer û rewşa li eywana dadger ango dadgehê pir ji ya dozger ne cuda bû. Li gel ku wê rojê ne nobedar bûye jî wî kirine dadgerê nobedar! Ev jî ne tesadufî ye. Bi biryara dadger 16 rojnamevan hatin girtin û wan şandin nav çar dîwaran. Em li midûriyeta polîsan û edliyeyê bi muameleya xerab re rûbirû man.    EM Ê XWEDÎ LI RÛMETA PÎŞEYA XWE DERKEVIN   Her yek ji me spasiyê xwe ji parêzerên Baroya Amedê, ÎHD, OHD, TÎHV’ê, gelê xwe û hemû hevkarên me ku piştevaniya me kirin re dikin. Em dixwazin ku ev yek baş were zanîn ku em ê li dijî îktidarê hev bigirin û xwedî li rûmeta kar û barên xwe û pîşeya xwe derkevin. Em çiqas li dijî vê zilm û neheqiya li rojnamevanan û xelkê tê kirin dengê xwe derxin em ê ewqas dengê rastiyê ji civaka welat re ragihînin. Serkeftina deng derxistinek hevpar mimkin e û ev yek pir ne dûr e jî. Bi van hestan ez carek din dibêjin bi xatirê we.”   Rojnamevan Omer Çelîk hefteya bihûrî ji Girtîgeha Amedê ya Tîpa D’yê li gel hevalên xwe sewqî Girtîgeha Amedê ya Jimara 2’yan a Ewlehiya Bilind hatibû kirin.