Malbata Şenyaşar: Du tişt dikare me ji vir rake 2022-07-12 13:55:24 RIHA - Ferît Şenyaşar ku li gel dayika xwe Emîne Şenyaşar ji bo edaletê têdikoşe got: “Du tişt dikarin me ji vir rakin. Ya wê me li vir bikujin an jî wê edaletê bicih bînin.”    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) di roja 491’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît ji navçeya Pirsûsê hatin ber edliyeyê û tevî ku edliye ji ber cejna qurbanê girtî ye jî nobeda îro dan destpêkirin.    'YA MIRIN YA JÎ EDALET DIKARE ME JI VIR RAKE’    Ferît Şenyaşar axivî û anî ziman ku di roja çaremîn a cejnê de ji bo edalet bi cih were bi dayika xwe re nobeda xwe didomînin û wiha got: “Bi rêya darazê zilmek zêde li me dikin. Birayek min çar sal in di hucreyek de tê girtin. Tenê ji bo ku serdest kêfxweş bimînin tê ragirtin. Dozgerên ku vê biryarê dan, niha bi malbatên xwe re di betlanê de ne û li ba hev dema xwe derbas dikin. Lê salek û nîv e dayikek li vir gazî dozgeran dike û dozger bûne sedemê vê çalakiya me. Êdî em dibêjin dozgeran hestên xwe yên mirovî winda kirine. Yê ku bêje ez mirov im vê zilmê qebûl nake û wê van bêhiqûqiyan îmze neke. Heta ku edalet were em ê li vir bin. Du tişt dikarin me ji vir rakin. Ya wê me jî li vir bikujin an jî wê edalet bicih were.”    ‘ÇIMA EV ZILM DIDOME’    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî Serokkomar Erdogan, Wezareta Dadê, Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag, Waliyê Rihayê etîket kir û vê peyamê belav kir: “Dayikek ku 491 roj in li ber Edliyeya Rihayê li benda edaletê heye. Heke Tirkiye dewletek hiqûqê be gelo çima ev zilm didome…”