Dayikên Şemiyê bersiva Yazici dan: Qet nebe hişbin 2022-07-12 15:07:49 STENBOL - Dayikên Şemiyê bersiva Hayatî Yazici yê AKP’yî dan û gotin: “Hiş be Yazici. Qet nebe hişbin. Maf û azadiyên me hatine desteserkirin, qet nebe behsa demokrasî, maf û hiqûqê ji me re nekin.”  Dayikên Şemiyê ku ji hefteya 700’emîn ve Meydana Galatasarayê ya Taksîma Stenbolê li wan hatiye qedexekirin, bersiva daxuyaniya Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Hayatî Yazici dan. Dayikên Şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî dan û wiha gotin: “Li welatên demokratîk mafê her welatiyî heye ku di çarçoveya qanûnan de xwepêşandan û protestoyan li dar bixin. Lê gelo çima dema em vî mafê xwe bikar tînin, rastî tundiya polîsan tên? Hişbe Yazici. Qet nebe hişbin. Maf û azadiyên me hatine desteserkirin, qet nebe behsa demokrasî, maf û hiqûqê ji me re nekin. 202 hefte ye Meydana Galatasarayê di dorpêça polîsan de ye, gelo çima? Çima hûn çalakiya ji bo windayên me asteng dikin?”    Yazici di daxuyaniyek xwe ya duh de gotibû li welatek demokratîk mafê her welatiyî heye ku di çarçoveya qanûnan de xwepêşandan û protestoyan li dar bixin.