ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-13 09:00:00     * Rojnamevan û nivîskar Veysî Sarisozen bi lêv kir ku di civîna Madrîdê de Tirkiye hatiye teslîmgirtin û li dijî Rûsyayê hatiye bicihkirin ku plana êrişa li dijî Sûriyeyê ya Tirkiyeyê jî dibe ku kemîneke NATO’yê be.    * Xwişka Alî Çîçek ê di rojiya mirinê ya di Zindana Hejmara 5’an a Amedê de bi Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Hayrî Dûrmûş re jiyana xwe ji dest da, Ayşe Çîçek wiha got: “Ocalan bû bingeha Kurdistanê, ew jî bûn stûna wê.”   * Hevberdevkê Komîsyona Bajêr û Derdorê yê Baroya Şirnexê Fadil Tay, diyar kir ku li bajêr di bin navê “ewlehiyê” de xweza tê talankirin û ev bang kir: “Divê hemû raya giştî vê rewşê li herêmê lêkolîn bike û talankirinê di cih de bibîne."    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 492'yemîn de berdewam bike.   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Amed û Îzmîrê berdewam bike. (11.00)    * ÇEV-DER bi wesîleya salvegera 93'yemîn a Qetlîama Geliyê Zîlan dê li ber Navenda Kar a Koza daxuyanî bide. (12.30)