Sarisozen: Dê Tirkiyeyê bi êrişa Sûriyeyê bikişînin kemîneke bixeter 2022-07-13 09:00:28 STENBOL - Rojnamevan û nivîskar Veysî Sarisozen bi lêv kir ku di civîna Madrîdê de Tirkiye hatiye teslîmgirtin û li dijî Rûsyayê hatiye bicihkirin ku plana êrişa li dijî Sûriyeyê ya Tirkiyeyê jî dibe ku kemîneke NATO’yê be.  Gefên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Erdogan ê di 31’ê gulanê bi gotina “Dibe ku şevekê ji nişka ve bên” sînyalên êrişê dan, têkildarî êrişa ku armanc dike hevdîtinên dîplomatîk dike. Erdogan ê di 29’ê hezîranê de mijar bi civîna NATO’yê ya li paytextê Madrîdê yê Îspanyayê, wê di 19’ê tîrmehê de jî biçe serdana Îranê. Tê payîn ku di serdana rojeva Sûriyeyê dê were niqaşkirin de we di navbera Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladimir Pûtîn, Erdogan û Serokkomarê Îranê Reîsî de hevdîtinek çêbibe.   Rojnamevan Veysî Sarisozen, civîna NATO’yê ya Tirkiyeyê, plana êrişê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hevkêşeya hêza ku di demên dawî de li herêmê hatiye guhertin nirxand.   CIVÎNA NATOYÊ: TIRKIYE HATE TESLÎMGIRTIN   Sarisozen, diyar kir ku Tirkiyeyê binê şerê ku NATO’yê li dijî Rûsyayê vekir îmze kir û wiha got: “Tirkiye hate teslîmgirtin. Esas ev belavok şerê ku NATO’yê li dijî Rûsyayê, Çînê heta li Îranê vekirî ye. Tirkiyeyê îmze avêtiye binê vê yekê. An ku Tirkiye bi awayekî fermî di refên NATO’yê de tev li vî şerî bû.”   OPERASYON KEMÎNEKE   Sarisozen, bal kişand ku dibe li pişt gefên Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Amerîka hebe û wiha berdewam kir: “Wê ev gava Tirkiyeyê ji bo wê xetereyên mezin ava bike. Heke NATO’yê Tirkiye ji bo ketina wir teşwîq kiribe, ev dibe sedemê ku Tirkiye bi leşkerên xwe bi awayekî fermî tev li şerê 3’yemîn ê cîhanê bibe û ev jî wê bibe provokasyoneke mezin. Tirkiye dê bi vê êrişê bi dewleta Sûriyeyê, hêzên Rojava û neyekser bi Rûsyayê re rûbirû bimîne. Dê bi vê hewldana şer Tirkiyeyê bikişînin nav kemîneke bixeter û wê Tirkiye cara ewil rê li ber pevçûna bi Rûsyayê re veke. Erdogan dê tiştekî wisa bike? Erdogan dê ji bo berjewendiyên xwe her tiştî bike. Dikare vê jî bike. Û dê serê Tirkiyeyê demekî dirêj bi awayekî xetere bikeve belayê.”   ‘DERFETÊN DEWLETA TIRK HATINE SÎNORDARKIRIN’   Sarisozen, liv û tevgera li herêmê ya piştî sînyala êrişî û geşedanên ku dê derkevin holê ragihandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî van gefên Tirkiyeyê gelê Rojava bû yek, OHAL hate îlankirin û îlan kirin ku bi awayekî xurt ji şer re amade ne. Li aliyê din Rûsyayê ji bo Tirkiye êrişeke wisa neke gotinên pêwîst jê re gotin. Tişta ecêbtir dewleta Sûriyeyê xwe diyar kir ku wê li dijî êrişeke wisa bi hêzên Rojava re tevbigere. Dema rewşeke wisa derkeve jî em dibînin ku derfetên dewleta tirk hatine sînordarkirin. Îhtîmaleke mezin dûdil in. Ji ber ku dema Rûsyayê qada hewayî girt artêşa tirkiyeyê wê li dijî hêzên Rojava li deştê wekhev lê bê.”     HEMLEYÊN MUHTEMEL ÊN ERDOGAN   Sarisozen, diyar kir ku heke Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta Şamê bi hev re tevbigere wê êrişên li dijî Rojava bên astengkirin û wiha pê de çû: “Heke bi awayekî topyekun êriş bike ev tê wateya qiyametê. Wê neçar bimîne ku bi Rûsyayê re jî bi hikumeta Şamê re jî şer bike. Lê Erdogan dikare wisa jî bike. Em bêjin biçe heta sînorê Til Rifatê û ala tirkan li gundekî daliqîne û pişt re bêje ‘min hemû Rojava wergirt’, dê weke propagandaya hilbijartinê bi kar bîne. Ev jî dibe, dibe ku ji cihê xwe jî nelive. Heke ji nişka ve were diviya bû heta niha ketibûyayê lê disekine. Dikare nekevê jî dikare tu hereketan neke jî.”   VEBIJÊRKA ‘RÊYA SÊYEMÎN’ A KURDAN   Sarisozen, da zanîn ku li dijî tabloyeke wisa îhtîmaleke zêde ye ku wê hikumeta Şamê û Rûsya bi kurdan re tevbigerin û got: “Tevgera azadiyê ya kurd ne dost ne jî dijminê Rûsya û Amerîkayê ye. Ew ji bo axa xwe biparêze û hebûna gelê kurd were nasîn têdikoşe. Ji ber vê yekê ji bo müzakereye hem bi Şam hem jî bi Rûsyayê re diaxive, bi amerîkayiyan û bi ewropayiyan re jî diaxive. Bi kurtasî dîplomasiya gelê kurd dîplomasiya ‘rêya sêyemîn e’. Kurd bi hemû dewletan re ji bo gelê kurd, gelên Rojhilata Navîn û berjewendiyên aştiya cîhanê gav biavêjin her tim di têkiliyê de ne. Ji ber wê yekê em nizanin wê axaftinên bi Şamê re tên kirin wê encamên çawa derxînin holê. Lê şirovekirina van axaftinan a yek alî wê teqez rast nebin.”   RÊYA OCALAN   Sarisozen, da zanîn ku “Rêya Sêyemîn” rêya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan e û ev tişt gotin: “Ji ber vê yekê ev polîtîkaya ‘rêya sêyemîn’ gelek girîng e û em ê girîngiya wê di demên pêşiya me de bibînin. Pêvajoya ku em jê re dibêjin 3’yemîn şerê cîhanê li dijî gelên cîhanê wê berdewam bike. Ji niha ve qala krîza xurek û petrolê tê kirin. Enflasyon li hemû welatan belav bûye. Hûn ê bibînin piştî demekî wê ev quweta mezin an ku tevgera azadiyê ya kurd, tevgera kurd a li hemû perçeyan, PKK, PYD, YPG hemû ji bo gelên cîhanê bibin alternatîfek. Ji ber ku ev gel wê ji vî şerî zirarê bibînin û gav bi gav serî li ‘Rêya sêyemîn’ bidin. Li gorî min ji bilî van manevrayan, mirov vê rewşa giştî destnîşan bike wê ya herî baş be.”   REWŞA PERÇEBÛNA IRAQÊ   Sarisozen, destnîşan kir ku hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re wê piştî vê pêvajoyê zirareke cidî bide wê û îhtîmala perçebûna wê jî gelek zêde ye. Sarisozen, bi lêv kir ku hemleyeke êrişên Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî îhtîmala teslîmkirina “Başûrê Kurdistanê”ya Tirkiyeyê ya ji aliyê NATO’yê ve ye û da zanîn ku sedemê vê hewldanê jî hewldana kontrolkirina qadên petrole ya li herêmê ya NATO’yê ye.   PÊŞEROJA BAŞÛR Û PDK’Ê   Sarisozen, destnîşan kir ku yekitiya neteweyî ya kurdan ji vî alî ve xwedî girîngiyekê ye û wiha domand: “Yekitiya neteweyî ya kurdan ji bo paşvebirina xiyaneta navxweyî niha ewqas girîng e ku yekane rê ye. Divê gelê kurd vê bibîne. Bibîne ku ber bi xetereyeke çawa ve diçe. Ji ber ku di encama vê yekê de dibe ku Başûrê Kurdistanê perçe perçe bibe. Qismek dikare bikeve destê tirkên ku girêdayî hêzên NATO’yê. Tirk ji bo ku Başûr bigirin bin serweriya xwe dibe ku gavên dawî biavêje. Ji bo petrola Kurdistanê desteser bikin dikarin her tiştî bikin. Barzanî bi gavên ku diavêje li dijî yekitiya neteweyî ya kurdan derdikeve û pêşeroja Başûr têxe bin xetereyeke mezin. Esas ne tenê Başûr. Ev krîza li Başûr dikare dewleta Iraqê berbelav bike. Ji ber vê yekê gotina Rojava, gotina têkoşîna PKK’ê ya li Başûrê Kurdistanê ye, gerîlayên li dijî dewleta tirk şer dikine, yekane teminata têkildarî pêşeroja gelê kurd a li Rojhilata Navîn e. Wê demê tişta ku divê gelê kurd bike li dor yekitiya demokratîk a neteweyî kom bibe ye.”   ‘GELÊ KURD GELEK NÊZÎ SERKEFTINÊ YE’   Sarisozen, bi lêv kir ku gelê kurd tevî êrişên Tirkiyeyê û planên NATO’yê wê di sedsala nû de bêstatu nemîne û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bi awayekî aşkereye ku kurd bi êrişeke wisa re rûbirû ne. Lê ne rast e ku wê bi aliyê dewleta tirk re encam bigire. Ji ber ku dewleta tirk tevî hemû êrişkariya xwe jî di serdema xwe ya herî qels de  ye. Aboriya wê têk çûye, artêşa wê di asteke krîtîk de derbas dibe. Dengên AKP’ê û MHP’ê dihelin. Niha em bibêjin dewleteke wisa ku bûye enkazek dê ‘dest bi avêje hemû destkeftiyên kurdan ên li Rojhilata Navîn’ em ê hêza wê hinek mezin bikin. Bêguman ev xetere gelek mezin e lê tişta ji analîza rewşa îro derdikeve ev e; Tirkiye çi bike bila bike, gelê kurd ji aliyê stratejîk ve ji wê zêdetir nêzîkî serkeftinê ye.”   MA / Ergîn Çağlar