Aşê 300 salî veguherand muzeyê 2022-07-13 10:51:32 MEREŞ - Yek ji şeniyê gundê Qantarma yê navçeya Elbîstanê Îbrahîm Killi, aşê ku tê texmînkirin 300 salî ye û li gund nayê xebitandin, encama hewldanan veguherand muzeyê.    Yek ji şeniyê gundê Qantarma yê navçeya Elbîstana Mereşê Îbrahîm Killi (53), aşê ku tê texmînkirin 300 salî ye û li gund nayê xebitandin, veguherand muzeyê. Killi ku aşê bi demê re hilweşiya û nayê bikaranîn di sala 2015'an de restore kir, radyo, televizyon, qir û qaf, cerikê penîr, kilîlên kevin, sêlik, xalîçe, çira, meşk û bi sedan tiştên kevin ku ji heval, hogir û xizmên xwe wergirtine dide pêşandan. Killi yê diyar kir ku dîroka aş û gund weke hev e, bi lêv kir ku kesên tên li kêleka Çemê Sogutlu digerin li muzeyê digerin û diecibînin.    Killi, da zanîn ku dema zarokatiya xwe ar dianî vî aşî û wiha got: “Dema ez zarok bûm, gelek caran hatim vî aşî. Bi dehan gundên li der dorê dihatin vî aşî û genimê xwe dikir ar. Gelek caran ewqas dor çêdibû ku hin kes hefteyekê disekinîn. Temenê vî aşî û gundî weke hev e. Aş, heta sala 1998’an bi awayekî çalak xebitî.”   ‘KESÊN DIBÎNIN HESTIYAR DIBIN’    Killi, bi lêv kir ku aş heta sala 2012’an nedihat xebitîn û wiha berdewam kir: “Min li navenda Elbîstanê esnaftî dikir. Ji ber min gelek ji gund hez dikir beriya deh salan vegeriyam gund, ev der paqij kir û restore kir. Dema restore kir, ji bo zirarê nedim reseniya wî gelek hewl da. Dema me ewil dest pê kir bi awayekî ekonomik gelek zehmetî kişandin. Ez bi zarokên xwe re hatim vir û bêyî ku zirarê bidin xwezayê me li derdorê qadeke seyranê ava kir. Herkesên ku tên vir gelek diecibînin. Gelek ji gundiyên me li Ewropayê dijîn û havînê tên gund. Di nava kesên tên, kesên ku dema ez zarok ar dibirin aşî jî hene. Dema ku ew dibînin gelek hestiyar dibin. Ciwanên ku nizanin aş çiye jî dema tiştên li vir dibînin mereq dikin û lêkolîn dikin.”    ‘ÇÎROKA HER TIŞTEKÎ HEYE’    Killi, diyar kir ku gelek ji tiştên li aşî dide pêşandan gundiyên derdorê ji bo neyên ji bîr kirin dane wî û anî ziman ku çîroka her tiştî heye. Killi, bi lêv kir ku gelek kes ji bo müzeye bibînin havînê tên gund û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêj jî dema em li derdorê tiştan dibînin tînin vir. Hin caran ji bo neyê ji bîr kirin û bên jiyîn em bi xwediyê tişt re bazareke dirêj dikin. Armanca em ew e ku vê derê bikin muze. Muzeyeke ku çanda vê derê nîşan bide. Kesên ku tenê ji bo muzeyê bibînin tên gund hene.”   Killi, diyar kir ku armanca avakirina wî ya müzeye çanda xwe bide jiyîn û bi ciwanan re bide nasîn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ciwanan nedît ku ar çawa li aş hate gerandin, dew çawa di meşkê de hate çêkirin. Em ji ciwanên tên vir re vedibêjin matmayî dimînin. Dest didin tiştan ev me keyfxweş dike. Ez herkesê vedixwînim ku bên vir bibînin.”   MA / Emrûllah Acar