Malbat di salvegera 7’emîn a Komkujiya Pirsûsê de tên gelhev 2022-07-13 11:26:37 STENBOL - Malbatên kesên di Komkujiya Amed, Pirsûs û 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn wê ji ber salvegera Komkujiya Pirsûsê di 16 û 17’ê tîrmehê de bên gelhev.   Bi ser Komkujiya Pirsûsê 7 sal derbas bûn. Di çarçoveya “Bîr û başkirinê” de li Weqfa Lêkolînên Çand Huner Estetîk Perwerde û Zanîstê (BEKSAV) çalakî dê bên li dar xistin. Di çalakiyên di rojan berdewam bikin de dê malbatên kesên di Komkujiya Amed, Pirsûs û 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn bên gelhev.   Dê di çarçoveya çalakiyan de pêşengeha wêneyan û atolyeyên bîr û başkirinê bên lidarxistin.    Di çarçoveya çalakiyê de pêşengeh û nîşandanên bi navê “Pêşengeha çûkên ji agir re avê dikişînin” , “Nartanem nûrtanem enstalasyon” , “Pêşengeha wêneyan a rêwiyên xewn û xeyalan” , “Rêwiyên xewn û xeyalan” , “Ji bo Pirsûsê edalet ji bo herkesê edalet” , “Pêşengeha wêneyan” , “Têkoşîna birêxistinî” , “Betaniyeyên hişê Amed, Pirsûs û 10 Cotmehê” dê bên lidarxistin.                                                                       Bernameya çalakiyan wiha ye:    16’Ê TÎRMEH ŞEMÎ   * Vekirina pêşengehê û nîşandana wêneyan (13.00)   * Atolyeya Bîr û Başkirinê (16.00)   * Li ser bîranînê derdên xwe ji hev re gotin (17.00)   17 TÎRMEH YEKŞEM   * Atolyeya Bîr û Başkirinê (15.00)   * Li ser bîranînê derdên xwe ji hev re gotin (17.00)