Li 3 gundên Hîzanê qedexeya derketina derve hate ragihandin 2022-07-14 10:02:54   BEDLÎS - Walîtiya Bedlîsê, ragihand ku li 3 gund û mezrayên girêdayî navçeya Hîzanê 2 rojan qedexeya derketina derve îlan kiriye.    Walîtiya Bedlîsê ragihand ku li 3 gund û mezrayên girêdayî navçeya Hîzanê di navbera 14 tîrmeh û 16 tîrmehê de qedexeya derketina derve îlan kiriye. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li gundên Xalapur, Kekolan û Akunîs û mezrayên girêdayî wan, di çarçoveya operasyona leşkerî de di navbera 14 Tîrmeha 2022’yan pencşem saet 00.30’an û 16’ê tîrmeha 2022’yan saet di 20.00’an de “qedexeya derketina derve” hatiye îlankirin.