PDK’ê rojnamevana Holandî Geerdink dersînor kir 2022-07-14 12:14:51 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevana Holandî Frederîke Geerdînk, ragihand ku ji Herêma Kurdistana Federe hate dersînorkirin.  Rojnamevan û nivîskara Holandî Frederike Geerdînk ku dixwest ji bajarê Hewlêr ê Herêma Kurdistana Federe derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe, ragihand ku ji bo were dersînorkirin hêzên PDK’ê ew birine Balafirgeha Hewlêrê.    ‘EZ HATIM DERSÎNORKIRIN’   Geerdink piştî vê agahiyê li ser hesaba xwe ya twîtterê wiha got: “Ez ji herêma Kurdistana Iraqê hatim dersînorkirin.”   Geerdink, da zanîn ku bi polîsan re ew li wesayîtê hatiye siwar kirin û birine Balafirgeha Hewlêrê û weke “Kesa nayê xwestin hatiye îlan kirin.”   Erdogan, dest nîşan kir ku “Destê Erdogan dirêj e” û wiha axivî: “Berî her tiştî tirsa meqamên herêma Kurdistana Iraqê ya ji jineke di destê wê de pênûsê wê heye cihê xemgîniyê ye. Ji ber ku pênûsê min ji bo desthilatê gelek tûj e serbilind im.”   Geerdink, di çileya 2015’an û îlona 2015’an li Tirkiyeyê jî bi îdiaya “propagandaya PKK’ê kiribû” hatibû binçavkirin.