ATK’ê rapora sêyemîn ‘dikare di hefsê de bimîne’ da Tugluk 2022-07-14 12:50:31 ENQERE - Parêzerên Aysel Tugluk diyar kirin ku ATK’ê cara seyêmîn rapora “dikare di hefsê de bimîne” daye miwekîla wan û wan dijî raporê îtîraz kiriye.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a bere û parlamentera HDP’ê ya bere siyasetmedara kurd Aysel Tugluk girtî ye û ji ber nexweşîna demansê rewşa wê giran e. Parêzerên Tugluk, derbarê miwekîla xwe de daxuyaniyek nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Tugluk li girtîgehê dijî nexweşiya demnasê têdikoşe û ev demek dirêje nexweşîn û muayenekirina Tugluk didome.    Parêzeran di daxuyaniyê de diyar kirin ku rewşa Tugluk ji nêz ve tê çavdêrkirin û zanîn û gelek belgeyên wê ku nikare bi serê xwe bijî hene. Parêzeran di daxuyaniyê de da zanîn ku ji Saziya Tiba Edlî (ATK) raporek nû ya sêyemîn ji bo rewşa Tugluk hatiye xwestin û ATK’ê cara sêyemîn rapora “dikare di hefsê de bimîne” daye miwekîla wan. Parêzeran di daxuyaniyê de diyar kirin ku rapor ji zanistê dûr e û agahiyên di raporê de hatine nivîsandin xwedî naverokak pûç e. Parêzera di daxuyaniyê de destnîşan kir ku wan li dijî rapora ATK’ê serî li dozgeriyê û Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) daye lê AYM xemsar tevdigere û tu deng jê nayê. Parêzeran di dawiya daxuyaniyê de diyar kirin ku ew ê li dijî raporên ATK’ê û neheqiya li Tugluk tê kirin têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.