Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya 2022-07-15 09:01:00 AMED - Seyfettîn Polat (67) ku nêzîkî 50 sale li xaçerêya Rezanê ya Amedê hemaltiyê dike, diyar kir ku ji sibê heta êvarê li benda bar disekine lê ji ber krîza aborî kar nemaye û got: “Nanê feqîran qediya ye.” Li Tirkiyeyê krîza aborî roj bi roj kûr dibe, şert û mercên kar û xebatê jî her ku diçe zehmet dibin û welatî êdî nikarin debara xwe bikin. Ji ber bêkariyê welatî ji bo ku debara xwe bikin, hewl didin an karên rojane bikin an jî di karên bê sigorte de bixebitin. Yek ji wan karan jî hemaltî ye. Li Amedê, ji bazara geniman, heta hala zerzevat û fêkiyan ji Deriyê Rihayê heta xaçereya navçeya Rezana Amedê, hemal ji bo karê rojane disekinin û hêjmara wan jî ji ber krîza aborî her roj zêde dibe. Kesên ku  temenê wan mezin û kal bûne, teqawît bûne, zanîngeh xelas kirine, ji kar hatine avêtin, an jî bi dehan sal in vî karî dikin, ji bo ku debara xwe bikin tên bahev û li benda bar disekinin.    Yek ji wan hemalan jî Seyfettîn Polat e. Polat 67 sali ye û nêzikî 50 sal in bi gelemperî jî li xaçerêya Rezanê ya Amedê hemaltiyê dike. Bi temenê xwe yê mezin heta îro bênavber, bipişta xwe bar kişandiye. Polat, serê sibê seat di şeşan de radibe û heta êvarê seat şeşan li xaçerê ji bo bar disekine û hemû esnaf û welatiyên Rezanê wî weke Xalê Seyfettîn nas dikin.     ‘7 SAL JI BO NEXWEŞIYA HEVJÎNA XWE HEMALTÎ KIR’   Seyfettîn Polat da zanin ku 5 keçik û kurekî xwe bi hemaltiyê zewicandine, di ciwantiya xwe de dest bi hemaltiyê kiriye û wiha qala serpêhatiya xwe kir: “Min hemû zarokên xwe zewicandin. Wê demê kar hebû ez jî xort bûm pereyên ku di destê min de hebû hemû ji zewaca wan û nexweşiya hevjina min re xerc kirin. 15 sal berê hevjîna min nexweşa penceşêrê bû 7 sal tedawî dît û dawiyê mir. Wan çaxan yanî 15 sal berê derziyek hezar û 250 lîre bû, di heman demê de serûma wê jî hebû û 7 sal ji bo wê xebitîm. Bi hemaltiyê ez ji bo tedawiya nexweşiya hevjîna xwe xebitîm lê nebû, dawiyê bi nexweşiya penceşerê jiyana xwe ji dest da.  Lawikekî min jî nû zewiciyabû û hesinkarî dikir. Piştî zewîcî, salek şunda li kargehê ceyranê girt û jiyana xwe ji dest da, ez jî mame tenê.”   ‘ BI KEDA PÎ Û MILÊ XWE ME KAR KIR’   Polat, diyar kir ku van rojan hem ji ber kriza aborî û hem jî ji ber kalbûnê êdî nikare bar hilgire, lewma jî debara xwe nikare bike û got: “Dema ku ez xort bûm kar hebû, ez dişuxuliyam, me li gorî xwe debara xwe dikir. Heta îro bi keda pî û milên xwe bi xwêdana eniya xwe me kar kir û jiyana xwe berdewam kir. Ez êdî nikarim kar bikim, kal bûm ez serê sibê seat di şeş û nîv an de ji mala xwe derdikevim têm xaçerê heta evarê saet şeşan disekinim û paş stuyê xwe dixurînim û diçim malê. Kar tune ye, nemaye.”    ‘EZ LI VIR TENÊ BI SIMÎTEKÊ ÎDARE DIKIM’   Polat, bi lêv kir hemû hemal li xaçerê di bin germahiya 40 derece ya Amedê li benda kar in lê heta êvarê tu kes ji cîhê xwe nalêqite û wiha berdewam kir: “Em li ber tavê, germa havînê heta êvarî disekinin û tu kar jî tune ye.  Ji serê sibê heta êvarê ez li vir tenê bi sîmîtekê îdare dikim. Em di ber firinê re derbas dibin car caran nikarin nan jî bikirin. Ez li xelkê dinêrim xelk jî pêrîşan bûye, her tişt biha bûye . Li vir di mehê de 2-3 kar an derdikeve an na, em rezîl bûne, haya kesê ji rewşa me nîne. Ez bi vê rewşa xwe ya xirab milletî dinêrim û xemgîn dibim, millet jî ketî ye. Kirêya xanî, faturayên ceyranê, avê êdî nikarin bidin.”   ‘NANÊ FEQÎRAN QEDIYA’   Polat, ê bal kişand ser teknolojî û teknîka îro, da zanîn ku hemaltî piştî pêşketina makîneyan xilas bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berê li aliyêkî me malzemeyên înşaetê dikişand bînayan, li aliyekî jî eşyayên malan me bar dikir, lê niha di nava hefteyekê de karek jî bi destê me nakeve. Di heman demê de bi makîneyan her kes karê xwe dibîne û barê xwe radike ji ber vê yekê jî hemaltî qediya ye. Berê malzemeyê dihat bi pişt û destê mirovan dihat  rakirin û bar kirin, îro makineyê karê me ji destê me girtiye û nanê feqiran qediya.”   ‘EZ PIŞTÎ VÎ TEMENÎ ÇAWA DEBARA XWE BIKIM’   Polat, anî ziman ku ji ber kalbûnê êdî ji qewetê ketiye, nikare kar bike û got: “Hewceye ku mirov di rojê de sê caran xwarin bixwe, lê wexta tune be wê çawa be?  Hevalên min ên derdorê jî mîna min betal in. Ez piştî vî temenî çibikim, çawa debara xwe bikim? Tu kar jî ji destê min naye.” Polat, bal kişand ser muçeyê ku desthilat ji bo kalan dide û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo kalbûnê hezar lîre pere didin, bi vî pereyî ez çibikim, bidim avê, bidim ceyranê, bidim xwarinê? Ez ê çi bikim neçar mame û dixebitim.”