‘Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye’ 2022-07-15 09:03:09 WAN - Hevserokê DBP'a Wanê Çetîn Ûyar ku xwest tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe got: "Pirsgirêka kurd ne bi şer, bi guftûgoya bi Ocalan re wê çareser bibe. Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye."   Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in li Girtîgeha Îmraliyê bi awayekî dijwar tê tecrîdkirin, 15 meh in tu xeber nayê girtin. Ji ber vê fikar li raya giştî peyda bûne. Herî dawî Serokatiya Lijneya Dîsîplînê ya Girtîgeha Îmraliyê di 31'ê Gulanê de cardin 3 meh cezayê qedexekirina hevdîtinê li Ocalan birîbû. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Çetîn Ûyar têkildarî tecrîda li ser Ocalan axivî û got, ew tecrîda li ser Ocalan qebûl nakin.   ‘EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN'   Ûyar anî ziman ku tecrîda li ser rêberê gelekî nayê qebûlkirin û got, Ocalan vîna 50 mîlyon gelê kurd e. Uyar destnîşan kir ku ew DBP tecrîda girankirî ya li ser Ocalan qethiyen qebûl nakin û wiha got: "Di sala 2005’an de kampanya îmzeyan a 'Ocalan vîna min a siyasî ye' hat destpêkirin. Wê demê 6 milyon kesî got 'Ocalan vîna min e.' Ger îro kampanya cardin bê lidarxistin dê 50 milyon kes tev li vê kampanyayê bibin. Desthilatdariya AKP'ê û wezîrên girêdayî wê vîna 50 mîlyon kurdî, vîna Rojhilata Navîn û mirovahiyê tecrîd dikin. Em kesên ku baweriya xwe bi Ocalan anîne em qethiyen vê yekê qebûl bikin.”   ‘DESTHILAT NE SAMÎMÎ YE'   Ûyar greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê ku di sala 2018’an de dest pê kiribû û bi hezaran girtî tev lê bûbûn bibîr xist û got: “Wê demê Wezareta Dadê ji bo bidawîbûna greva birçîbûnê diyar kir ku tu bend li ber hevdîtina bi Ocalan re tune ne. Lê piştî hevdîtina bi Ocalan re, polîtîkaya tecrîdê dîsa ket dewrê. Gelê me baş bi wan sozên ku wê demê dewletê dabûn dizane. Her kesî dît ku bê desthilat çi qasî ne samîmî ye. Ger tecrîda li ser birêz Ocalan bi vî rengî dewam bike, çi li derve çi li hundir em amade ne û bibiryar in ku cardin bedena xwe bidin ber birçîbûnê."    TECRÎD RABE DÊ PIRSGIRÊK ÇARESER BIBIN   Ûyar destnîşan kir ku AKP'ê ji bo domandina desthilatdariya xwe polîtîkayên xwe yên şer ên li dijî kurdan kûr kiriye û pirsgirêka kurd ne bi şer, dê bi rakirina bendên li ber hevdîtina bi Ocalan re çareser bibe. Ûyar di dawiyê de ev tişt gotin: “Birêz Ocalan li Rojhilata Navîn bûye hêvî ji bo kedkar, karker, jinan û civakê. Bi milyaran pere ji bo budçeya şer tê terxankirin. Heger ev pereyên ku ji vê eskeriyê tên terxankirin, ji bo vî gelî bihatana bikaranîn, qeyrana aborî çênedibû. Ev mînaka herî hêsan e. Ev jî nîşan dide ku azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye. Em, malbatên girtiyan, malbatên kesên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane û hemû kesên azadîxwaz em tecrîda li ser Ocalan qebûl nakin.”   MA / Hakan Yalçin