Li Elkê 4 sal in projeya germavê berdewam dike 2022-07-15 09:29:09 ŞIRNEX - Projeya “Germava Zumrut” ku ji aliyê DÎKA, Şaredariya Elkê ya AKP’yî û Îdareya Taybet a Şirnexê ve tê bi rê ve birin û 4 milyon û 620 lîre hatine xerckirin, ji ber şaredariyê derdor sererast nekirine 4 sal in nikare bê xelaskirin.    Projeya “Gundê Destûrê ya Germavên Zumrut” ku tê xwestin li germavên Zumrut ên li gundê Germav yên li quntara Çiyayê Kato yê navçeya Elkê ya Şirnexê were çêkirin, 4 sal in nikare bê xelaskirin. Germava ku beriya hilbijartinê ji aliyê parlamenterê AKP’ê yê Şirnexê Rizgîn Bîrlîk û AKP’iyên din ve propagandaya wê hate kirin, ji ber 4 sal in Şaredariya AKP’î ya divê derdora wê sererast kiribûna, sererast nekir nehate xelas kirin.   Projeya ku Ajansa Pêşvebirinê ya Dîcleyê (DÎKA), Îdareya Taybet a Şirnexê û Şaredariya Elkê ya AKP’î hevkarên wê ne di sala 2018’an de biryara çêkirina wê hate dayîn. Lê di 20’ê Adara 2020’an de dest bi înşaeta wê hate kirin. Maliyeta projeya ku tê plankirin ji 2 hawizên zilaman ên servekirî, hawizeke jinan a servekirî, hawizeke ser girtî, hawizeke zarokan, resepsiyona yek qat, kûlubeya xizmeta razanxaneyê bide, kamping, koma lîstikên zarokan û qadên rûniştinê bên çêkirin, nêzî 4 milyon û 620 hezar hate diyar kirin. Maliyeta projeyê di navbera saziyan de hate parvekirin. Biryar hate dayîn ku DÎKA milyonek û 619 hezar û 908 lîre, Îdareya Taybet a Şirnexê milyonek û 500 hezar lîre û Şaredariya Elkê ya AKP’î jî milyonek 500 hezar lîre bidin.    4 SAL IN NIKARE BÊ XELASKIRIN   Soz hate dayîn ku wê proje di nava salekê de were çêkirin lê tevî 4 sal derbas bûn jî hêj proje nehatiye xelaskirin. Şaredariya Elkê ya AKP’î hem para ketiye berê wê neda hem jî sererastkirina derdorê ku di berpirsyartiya wê de ye nekir. Ji ber vê  yekê projeya germavê xelas nebû, welatî jî li rewşa germavê ya berê digerin.    ŞAREDARÎ SERERASTKIRINA DERDORÊ NAKE   Ji ber sererastkirina derdorê ya germavê ku înşaeta wê hatiye temamkirin ji aliyê şaredariyê ve nehatiye kirin, hin hawiz bêserûber hatin vekirin. Hate diyarkirin ku ji ber destûra Cejna Qurbanê bi sedan welatî çûne germavê û hate hîn bûn ku hin hawiz bêserûber hatine vekirin. Hate ragihandin ku di hawizeke hatiye vekirin de bi sedan mirov weke îstîfa masiyan li cihekî bêtenduristî avjenî kirine.    DI NAVA ÇOP DE YE   Hate ragihandin ku ji ber sererastkirina derdorê nehate kirin her der din ava çop de maye û ji ber pansiyonên hatin avakirin nehatine vekirin tuwalet jî ne ketine faaliyete. Welatiyên ku çûne herêmê destûrê Bölgeye tatile giden yurttaşların ise pansiyon açılmadığından çadırlarda kalmak zorunda olduğu belirtildi.