Hêzên PDK’ê stranên tirkî bi rojnamevan Geerdinke dane guhdarkirin 2022-07-15 13:26:07 ENQERE - Rojnamevana hollandî Frederike Geerdink a ku dixwest derbasî rojavayê Kurdistanê bibe û ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat dersînorkirin diyar kir ku kêliya ku wî birne balafirgehê stranên tirkî pê dane guhdarkirin.  Rojnamevan û nivîskara hollandî Frederike Geerdink a ku dixwest ji bajarê Hewlerê yê Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat binçavkirin. Pişt re jî ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat dersînorkirin. Geerdink di 13’ê tîrmehê de li ser hesabê xwe yê  Twitterê ragihand ku ji bo wê dersînor bikin birine Balafirgeha Hewlêrê. Geerdink wiha gotibû, “Min ji Herêma Kurdistanê dersînorkirin.” Geerdink berê jî li Tirkiyeyê bi heman sepanê re rûbirû mabû. Geerdink tiştên hatine serê wê ji ajansa me re nirxand.    XWESTINE WÊ BI SER STENBOLÊ RE DERSÎNOR BIKIN   Geerdink bi berfirehî tiştên hatine serê wê qala wan kir û piştî tiştên anîne serê wê binçav kirine û destnîşan kir ku du kesên bi cilên polîsan ku rayedarên PDK’ê bûne wî li wesayîtê siwar kirine û birine balafirgehê û xwestine bi ser Stenbolê re wê dersînor bikin. Geerdink got ew li dijî vê yekê derketiye û destûr nedaye wê bi ser Stenbolê re bişînin.    ‘STRANÊN TIRKÎ BI MIN DANE GUHDARKIRIN’    Geerdink anî ziman ku dema wê birine balafirgehê ew her du kesên ji asayîşa PDK’ê ku di navbera xwe de bi kurdî dipeyivîn,stranên tirkî pê dane guhdarkirin û wiha got: “Min ji wan re got, ‘em niha li Kurdistanê ne, çima hûn stranên tirkî vedikin’. Di navbera xwe de bi kurdî diaxivîn lê stranên tirkî vekiribûn. Bi wan stranên tirkî xwestin peyamê bidin min. Min sedemê rewşa ku pê re rûbirû mam dizanibû. Dema ez di sala 2015’an de li Colemêrgê hatim binçavkirin, min li maşîneyek zirxî siwar kirin û dibirin Geverê.  Di hundirê maşîneyê de leşkerên bi çek jî hebûn. Wê çaxê jî bi dengek bilind sirûdên faşîst û agresif ên tirkî bi min dabûn guhdarkirin. Ez dizanim ji bo min bitirsandina vê kirin. Lê ez netirsiyam. Ez dîsa pir dixwazim biçim Rojava. Ez bi ber ku min ji Hewlêrê dersînor kirin neketim lê ez pir xemgîn bûm ku nehiştin ez biçim Rojava.”    XWESTIYE BIÇE ROJAVA JIYANA LI WIR RAGIHÎNE    Geerdink da zanîn ku wê xwestiye ji bo wan deverên di bin gefa Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan û Tirkiyeyê de ne biçe Rojava û rewşa li wir ji raya giştî re ragihîne û binivisîne. Geerdink diyar kir ku xwestiye jiyan û serpêhatiyên li wir binivisîne û bike nûçe. Geerdink anî ziman ku dersînorkirina wê ji hevkariya AKP-PDK’ê qut nîne û lê ew li ku dibe bila bibe dê her rastiyan binivisîne. Geerdink destnîşan kir ku ji rojnamevanên kurd gelek feyzê girtiye û ew li Amedê 10 salan bi rojnamevanên kurd re xebitî ye û gelek tiştan ji rojnamevanên kurd hîn bûye.    MA / Gozde Çagri Ozkose