ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2022'YAN 2022-07-16 09:00:00     * 16 rojnamevan ji 16'ê Hezîranê ve girtî ne. Parêzer Resûl Temûr anî ziman ku armanca girtina rojnamevanan pêşîlêgirtina azadiya çapemeniyê û mafê nûçewergirtina bêalî yê gel e.    * Kesên ku bixwazin biçin Çiyayên Cîlo Satê û Golên Qeşayê yên Satê divê "belgeya destûrdayînê" wergirin. Walîtiya Colemêrgê ji bo van deran gotibû "aramî pêk hatiye" û bi vê tim propagandaya xwe dikir.    * Danişîna 4'an a doza Denîz Poyraz dê bê lidarxistin. Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Berna Çelîk ji bo tevlîbûnê bang kir û got: "Ev xwedîderketin parastina jiyana hevpar û nîşaneya daxwaza ji bo jiyana hevpar e."   * AYM'ê biryar da ku mafê hilbijartinê yê Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag hatiye binpêkirin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 495'emîn de berdewam bike.    * Meclisa Jinan a HDP'ê dê li Navenda Giştî ya partiya xwe bicive. (10.00)     * Xizmên Windayan û rêveberên şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlih û Îzmîrê dê çalakiyên heftane "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" li dar bixin.(11.00-13.00)     * Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta xizmên xwe bipirsin û kujer werin cezakirin dê di hefteya 903'yemîn de çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 538'emîn de li ber avahiya ÎHD'a Stenbolê çalakiya "Rûniştina F" li dar bixe. (13.30)   * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê di hefteya 410'emîn de li ber avahiya ÎHD'a Enqereyê balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)   * Rêxistinên rojnamevanan ji bo ku girtina 16 rojnamevanên kurd mehek li pey xwe hişt dê li Amed, Stenbol û Mêrsînê daxuyanî bidin çapemeniyê. (16.00-17.00)