Bêyî 'destûrwergirtinê' kes nikare biçe Cîloyê! 2022-07-16 09:00:45 COLEMÊRG - Kesên ku bixwazin biçin Çiyayên Cîlo Satê û Golên Qeşayê yên Satê divê "belgeya destûrdayînê" wergirin. Walîtiya Colemêrgê ji bo van deran gotibû "aramî pêk hatiye" û bi vê tim propagandaya xwe dikir.  Hê jî çûna Çiyayên Cîlo Satê û Golên Qeşayê yên Satê yên li navçeya Gever a Colemêrgê qedexe ye. Ev der di 26'ê Îlona 2020'an de bi biryara serokkomartiyê wekî "Oarka Neteweyî" hatibûn ragihandin û Walîtiya Colemêrgê jî ji bo van deran gotibû "aramî pêk hatiye" û bi vê propagandaya xwe dikir. Lê belê niha kesên bixwazin biçin van deran bêyî "belgeya destûrdayînê" nikarin biçin.    Kesên ku dixwazin biçin herêmê li devera kontrolê ya eskeran tên kontrolkirin. Esker li vir ji mêvanan dipirsin bê ka "destûra wan" heye yan na. Kesên belgeya wan tune be bi hinceta "qedexe ye" ji aliyê eskeran ve tên qedexekirin. Ên belgeya wan heye jî piştî destûrdayîn tê peyitandin paşê dikarin biçin.    Serdêrên ku piştî demeke dirêj destûra wan tê dayîn jî vê carê jî li devera kontrolê ya cerdevanan a li ser rêya Keprê û Bêsêvê tên sekinandin. Li vir gava destûr bê dayîn serdêr dikairn biçin van deveran. Her wiha serdêr heya digihên texma golan ji aliyê cerdevanan tên şopandin.    Çend roj berê li vira bi hevkariya walîtiyê û qeymeqamtiyê bi dirûşmeya "jiyan li Colemêrgê" Mîhrîcana Cîlo ya 4'an hat lidarxistin. Kesên xwestin tev li mîhricanê bibin jî ketin ber "destûr"ê. Xebatkarên saziyan ên nêzî AKP-MHP'ê, werzîşvan, karmend û rojnamevanên nêzî hikûmetê tev li mîhricanê bûn. Piştî mîhrîcanê derdora golê ji çopan xalî nebû. Kesên tev li mîhrîcanê bûn bêyî çopên xwe berhev bikin çûn.