Piştevaniya ji bo 16 rojnamevanên kurd berdewam dike 2022-07-16 14:07:44   AMED - Rêveberiya Komeleya Jiyana Nû bi wesîleya girtina 16 rojnamevanên kurd serdana DFG’ê kir.    Rêveberiya Komeleya Jiyana Nû, bi wesîleya li Amedê di 16’ê hezîranê de 16 rojnamevanên kurd hatin girtin, serdana Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) kir. Serdan li avahiya DFG’ê ya li Semta Ofîsê ya Amedê pêk hat. Di serdanê de rojnamevan û rêveberê DFG’ê Hakki Boltan mêvanên xwe pêwazî kir.    'ÇAPAMENIYA AZAD RÛMETA ME YE'   Di serdanê de rêveberê Komeleya Jiyana Nû Ramazan Tunç axivî. Tunç anî ziman ku êrişên li ser çapameniya azad nû nînin û got: "Rojnamegerên kurd ên xeta çapameniya azad didomînin li her deverê rastî êrişan tên lê tevî êrişan jî tu carê serî netewandin. Em jî wek Komeleya Jiyana Nû piştgiriyê didin çapameniya azad û dibêjin ku çapameniya azad rûmeta me ye û dengê gel e."   'EM Ê RASTIYAN BIGEHÎNIN GEL'    Piştre jî rojnamevan Hakki Boltan axivî. Boltan ji ber serdanê spasiya mêvanên xwe kir û wiha axivî: "Bi wêneyên ku li midûriyeta polîsan hat parvekirin ve sedema girtina hevalên me eşkere bû. Hevalên me ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê hatin girtin. Saziya me 32 rojan di bin dorpêça polîsan de bû. Ji berê heta niha rojnamegerên çapameniya azad tevî zextên jî karê xwe berdewam kirin. Em ê pênûs û kamerayên hevalên xwe girtî li erdê nehêlin û em ê rastiyan bigihînin gel.”