Kujerên Mîhyaz hatin pirsîn 2022-07-16 14:32:03   ÎZMÎR - ÎHD’ê da zanîn ku bi ser qetilkirina parastvanê mafên mirovan û sendîkavan Îkram Mîhyaz re 28 sal derbas bûn û di sûcên li dijî mirovahiyê û binpêkirina mafê jiyanê de demborîn nabe.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” li pêşiya Sumerbank a Kevin a li Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Kujer diyar in windakirî li ku ne” hatibû vekirin. Di daxuyaniya vê hefteyê de kujerên Serokê Rûmetê yê Şaxên Tum Bel Sen ên Îzmîrê û endamê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Îkram Mîhyaz hate pirsîn ku di 5’ê tîrmeha 1994’an de hatibû qetilkirin. Xwîşka Mîhyaz, Fazîlet Dînç û gelek welatî jî beşdarî daxuyaniyê bûn.    Serpêhatiya Mîhyaz ji hêla Rêveberê ÎHD’ê Caner Canli ve hate xwendin. Canli, da zanîn ku bi ser qetilkirina Mîhyaz re 28 sal derbas bûn lê hêj jî kujerên wî nehatine dîtin û wiha domand: “Dosyaya wî xistin ber demborînê û girtin. Kirasê Mîhyaz ê bixwîn jî li ser biryara dadgehê hate tunekirin. Têkoşîn û hêviya Mîhyaz ji bo bidawîkirina sepanên dijdemokratîk, polîtîkayên pişaftinê û ji bo avakirina welatekî wekhev, adil û demokratîk bû. Di têkoşînên sendîkayî, çalakiyên demokratîk, grevên karkeran û berxwedanan de her tim li pêş bû. Yek ji pêşengên têkoşîna mafên mirovan û aştiyê bû.”   ŞAHIDÊN CÎNAYETÊ HENE   Bi domdarî Canli anî ziman ku kesên ji sekna Mîhraz aciz, dema ber bi karê xwe yê li Şaredariya Balçovayê ve diçû ew revandine û wiha bi dawî kir: “ÎHD û parêzerên wî di dawiya lêkolînan de ev agahî bi dest xistin; Îkram ji ewil bi Temprayeke spî hatiye revandin û cihek piştre li Temprayeke şîn hatiye siwarkirin. Şêniyên gundê Çîçeklî yê Manîsayê bi çavên xwe dîtin ku hate kuştin. Kujeran Îkram li wir hişt û çûn. Îkram Mîhyaz, li gundê Yakayê bi 4 guleyan hate qetilkirin. Lêpirsîna derheqê bûyerê de di sala 2014’an de hate girtin. Îtîraza li dijî neşopandinê jî hatin redkirin. Di sûcên li dijî mirovahiyê û binpêkirina mafê jiyanê de demborîn nabe. Em dixwazin ku di vê dozê de biryara demborînê bê rakirin û doz ji nû ve were vekirin.”