Sewalên hevserokê HDP’yî hatin kuştin 2022-07-16 14:43:22 ŞIRNEX - Li bajaroka Sêgirka Qilebanê 3 golikên Hevserokên HDP’ê yê Navçeyê Abdullah Gun hatin kuştin, 7 golikên wî jî winda ne. Gun dibêje sewalên wî ji ber sedemên siyasî hatine kuştin.    Li bajaroka Sêgirkê yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve bûyerek balkêş qewimî. Roja sêyemîn a cejnê hin kes ango kesên nediyar gule berî golikên Hevserokên Rêxistina HDP’ê yê Qilebanê Abdullah Gun dan û kuştin. Gun li bajarok bi xwedîkirina sewalan debara xwe dike. Roja arefeya cejnê hemû gund çêlek û golikên xwe ji bo çêrandinê dibe li devera Heftborî gire didin. Gun jî golikên xwe dibe wir û girê dide. Piştî du rojan sê golik hatin gulebarankirin û kuştin û 7 golik jî hê winda ne.    Abdullah Gun destnîşan kir ku ew ji wê yekê guman dike ku ji ber sedemên siyasî golikên wî hatine kuştin û windakirin û ew ê derbarê vê yekê de gilî bike.