Rojnamevan: Bila baş bê zanîn ku dê dengê me bilindtir bibe 2022-07-16 18:38:33 AMED - DFG û MKGP tekildarî girtina rojnamegeran ku mehêk ji ser da derbas bû daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hehmpeşiyên rojnamegeran destnişan kirin ku wê xwedî li name û nûçeyên wan derkevin.  Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî girtina 16 rojnamevanên ku meheke girtî ne li ber avahiya DFG'ê ya li Semta Ofîse ya navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta ku wêneyên 16 rojnamevanan li ser û dirûşmeya "Hûn nikarin çapameniya azad bitepisînin" nivîsandî hat hilgirtin. Gelek rojnamevan û sazî û partîyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn.    Berdevka MKGP'ê Roza Metîna daxuyaniyê xwend. Metîna bibîr xist ku mehek di ser girtina rojnamevanan re derbas bûye. Metîna bi lêv kir ku bêhiqûqîtiya hatiye kirin di girtîgehê de jî berdewam dike û got: "Hîn meheke hevalên me yên ku piştî pêvajoya binçavkirinê ya 8 rojan hatin girtin temam nebûbû neqlî girtîgehên wekî din hatin kirin. 6 hevalên me sirgunî Girtîgeha Amedê ya Jimare 1'ê û 6 jê jî sirgunî Girtîgeha Amedê ya Jimare 2'yan hatin kirin. Bêhiqûqî bi vê yekê re sînordar nema. Bi hinceta 'bi fikar e' berê dest danin ser nameya rojnameger Omer Çelik. Wekî hincet weşandina nameyê ya ji bo çapemeniyê jî hat nîşandan. Piştre bi hinceta 'faliyetên xwe yên rojnamegeriyê didomînin' dest danîn ser nameyên rojnameger Mehmet Ali Ertaş, Zeynel Abidîn Bulut û Serdar Altan. Ev têr nekir vê carê jî lêgerîna tazî li malbatên rojnamegeran hat ferzkirin."    'RASTÎ TÊ CEZAKIRIN'   Metîna bi domdarî bal kişand ser cezayê ku ji ber wêneyên Kemal Kûrkût li rojnameger Abdulrahman Gok hatiye birîn jî û wiha got: "Em bi rastiyeke ku kesên sûc dikin tên xelatkirin û yên sûc dike nûçe jî tên cezakirin, rû bi rû ne. Ev tişt hemû nîşan dide ku li dijî rojnamegerên kurd û çapemeniya azad êrişên sîstematîk ketine meriyetê. Ji ber rojnamegerên ku bi salan e dixwazin bên çewisandin serî netewandin vê carê xwestin ji bo wan, sûcan ava bikin."    'BI TALÎMATÊ HATIN GIRTIN'   Metîna destnîşan kir ku tiştên ku di girtina rojnamegeran de rû dane nîşan didin ku bi talîmatekê rojnameger hatine girtin û wiha pê dê çû: "Peywirdarkirina demî ya dozger a ji xeynî cihê xwe ya peywirê û piştî girtinan tayinkirina dozger û şandeya dadgehê ya ji bo dereke din armancên operasyonê bi awayekî eşkere radixe pêş çavan. Bi aweyekî eşkere dixwazin çapemeniya azad çavtirsandî bikin. Dixwazin peyama destûrnedayîna çêkirina nûçeyan bê dayin. Şîrket bi rojan tên dorpêçkirin, dema dorpêçkirin tê rakirin jî metaryelên weşandinê û çapemeniyê nayên dayin. Tevî ku tu biryar tune ye jî dest dixin ser alavên rojnamegeran. Piştî lêgerîna li şîrketan tu girtek û belgeyên têkildarî kîja alav hatine desteserkirin nehatina tebligkirin. Ne parêzer ne jî tu kesê din nizanin ka çi bi van alavana hatine. Çawa hevalên me rehîn hatin girtin wiha dest xistin ser van alanvan jî."    'EM Ê XWEDÎ LI KAMERA Û PENÛSA WAN DERKEVIN'    Metîna di dawiyê de got: "Saziyên weşan û çapemeniyê yên neteweyî û navneteweyî bi daxuyaniyên xwe piştevaniya xwe, hest û fikrên xwe ragihandin. Ev piştevanî moralê dide me jî. Em jî ji bo vê yekê spas dikin. Encax em jî dizanin ku ji bo pêşî li van êrişan bên girtin divê em zêdetir xwediyê helwestekê bin. Heta ev êrişana vala neyên derxistin, ev êriş bigihêjin astên hîn tirsnak. Me ji roja ewil a girtinê, hevalên xwe bi tenê nehişt, em ê ji îro şûnde jî tu carî wan bi tenê nehêlin. Ew nivîsandina xwe ji hundur didomînin. Em ê jî li derve bibin dengê wan. Em ê xwedî li nameyên wan ên bi hinceta 'bi fikar e' hatin desteserkirin, xwedî derkevin. Em ê xwedî li kamera û kompîturên wan ên wekî delîlên sûc hatin nîşandan û hatin desteserkirin xwedî derkevin. Her wiha em ê xwedî li mijarên wan ên kirine nûçe jî xwedî derkevin."    'EM BAŞ BI ARMANCA WAN DIZANIN'   Piştî Metînayê edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azad Gokhan Altay jî axivî. Altay diyar kir ku meheke rojnameger di girtîgehê de ne û wiha got: “Mehek e ku dengê hevalên me tê birin. Em dizanin ku armanca wan ew e ku dengê çapameniya azad bitepisînin. Em dizanin ku di bingeha veşartina heqîqetan de çi heye. Bila baş bê zanîn ku ew çi qas bixwazin dengê me bigirin em dê zedetir deng derxînin. Heke ew çi qas ji bo tiştên ku li heremê diqewimin veşêrin em ê jî ew qas xurtir bixebitin ku rastî derkevin holê. Ew jî soza me ye. Em îro careke din bi dirûşamaya ‘Denge Çapameniya Azad Nayê Tepisandin’ hatin li vir. Bila baş be zanîn ku heta 16 hevalên me nayên berdan em ê li qadan bi nûçeyên xwe bibin dengê wan."   Di dawiyê de dirûşmeya “Berxwedan Jiyan e û Dengê Çapameniya Azad Nayê Girtin" hat berzkirin. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawi bû.