Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Li hemberî îşkenceyê bawerî, wêrekî û berxwedan hebû 2022-07-16 19:09:25   MÊRDÎN -Îsmaîl Kîno ku di Girtîgeha Amedê ya Hejmara 5'an de maye diyar kir ku berxwedana li girtîgehê bi biryara rojiya mirinê mezin bûye û got: "Li hemberî îşkenceyê bawerî, wêrekî, hêvî û berxwedan hebû."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, Înîsiyatifa 78’an, Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUHAD-FED), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) a Şaxa Mêrdînê ji bo Kemal Pîr, Akîf Yilmaz, Hayri Durmuş û Alî Çîçek ên di rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dane panelek li dar xistin. Îsmaîl Kîno yê di Girtîgeha Amedê ya Hejmara 5'an de maye, Nûnerê TÛHAD-FED'ê yê Mêrdînê Mazlûm Koç û Ayşe Bozan wekî axaftvan tev li panelê bûn. Rêvebirê 78'an Arîf Tûrgay jî moderatoriya panelê kir.    ‘BAWERÎ Û BERXWEDAN HEBÛ’   Panel piştî deqeyek rêzgirtinê bi axaftina Îsmaîl Kîno destpê kir. Kîno tiştan hatine serê wî û tiştên bûne şahidê wan vegotin û got, bi biryara rojiya mirinê ya Hayrî Durmuş re berxwedana li girtîgehê mezin bûye. Kîno anî ziman ku tevî îşkenceyan jî berxwedaneke mezin hebûye û got, girtiyan bi bawerî li hemberî îşkenceyê li ber xwe didan. Kîno got: “Bawerî hebû, wêrekî hebû, hêvî hebû, berxwedan hebû. Her kesî bawer dikir ku dê ew çewisandin û îşkenceyên dijwar veguherin têkoşîneke mezin. Berxwedan bi vê baweriyê dihat kirin. Jiyan bi vê baweriyê didomiya."    ‘DÎROKA BERXWEDANÊ YE'   Piştre Ayşe Bozan axivî. Bozan jî diyar kir ku li Girtîgeha Amedê dîrokeke ji êgir hatiye nivîsandin û got: “Hevalan ev dîrok bi xwîn, beden û canê xwe nivîsandin. Ev dîroka berxwedanê bû. Dîroka têkoşîna hebûn û tunebûnê bû. Dîroka têkoşîna nasnameyê bû." Bozan destnîşan kir ku feraseta 12'ê Îlonê îro jî li ser desthilatdariyê ye û got, têkoşîn jî dewam dike. Bozan anî ziman ku kurdan bi têkoşîna xwe xwe îspat kirine û got: "Îro tevî her cure teknolojî û her cure teknîkê jî pêşî li ber vê têkoşînê nayê girtin."   Mazlûm Koç jî bal kişand ser rewşa girtîgehan û got: "Polîtîkayên qirêj ên wê demê li zindanên Amedê dihatin kirin niha li Kurdistan û Tirkiyeyê li 300 girtîgehan tên kirin. Koç gotina “Teslîmiyet îxanet, berxwedan serketin e" ya Mazlûm Dogan bibîr xist û got: “Îro hevalên me bi vê fikrê li girtîgehan li ber xwe didin."   Panel piştî axaftinan bi pirs û bersivan bi dawî bû.