Li Herêma Kurdistanê ji bo PKK’ê milyonek îmze hatin berhevkirin 2022-07-17 08:32:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Komkirina Îmzeyan a ji bo Derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî ragihand, li Başûrê Kurdistanê di nava heft mehên bihûrî de zêdetirî milyonek îmze ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî hatine komkirin.   Li Silêmaniyê Komîteya Komkirina Îmzeyan a ji bo Derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî, têkildarî kar û çalakiyên xwe yên heft mehên derbasbûyî daxuyaniyek da çapemeniyê û behsa planên xwe ya dema pêş kirin.   Endamê Komîteyê siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncwênî derbarê kampanya komkirina îmzeyan de axivî û got: “Me di qonaxa yekem de kariye di nava heft mehan de milyonek îmze kom bikin. Di nava kesên îmze dane de ji bilî welatiyan gelek kesayetên rewşenbîr, hunermend  û kesayetên siyasî jî hene. Wê komkirina îmzeyan berdewam bike heta hejmar digihe çend milyonek îmze.”   Pêncwênî destnîşan kir ku wê di qonaxa bê de komkirina îmzeyan bi rêya internetê jî pêk were daku hemû welatî bikarin bi hêsanî îmzeya xwe bidin û wiha got: “Piştî îmze hemû hatin komkirin, wê di dawiyê de hemû îmze pêşkêşî Dadgeya Mafê Mirov a Yekitiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî were kirin. Daku PKK ji lîsta rêxistinên qedexekirî were derxistin û Rêber Ocalan bi fîzîkî azad bibe.”   Ji bo Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bi taybetî ji lîsteyên ‘rêxistinên terorê’ yên Amerîka û Konseya Ewropayê bê derxistin, bi pêşengiya Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî di 13’y Kanûna 2021’an de kampanyaya îmzeyan ku di hedefa wê de 4 milyon îmze hene, hate destpêkirin.   Kampanya bi pêşengiya hezar rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, zanyar, hunermend, aktîvîstên sosyalîst hatibû destpêkirin û berdewam dike.   Heman kampanya roja 29’ê Çile 2022’yan bi tevlibûna gelek rewşenbîr, kesayet, pêşmergeyên dêrîn û siyasetmedaran li seranserî Başûrê Kurdistanê jî hatibû destpêkirin û heta niha jî berdewam dike.