Pîrê elewiyan: Niha jî dixwazin hewl bidin elewiyan bi şiî-îslamê asîmile bikin 2022-07-17 09:02:45 MEREŞ - Pîrê elewîyan Suleyman Deprem diyar kir ku bernameya ji bo birina 300 dedeyên elewîyan a ji bo Kerbelayê berdewama polîtîkaya bişavtinê ye û got: “Bi sunî-îslamê nikaribûn elewiyan asîmîle bikin. Siyaseta xwe guherandin û hewl didin elewîyan bi şiî-îslamê asîmîle bikin." Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Çand û Turîzmê û Wezareta Ciwanan û Werzîşê dê di navbera 19-23'yê Tebaxê da bi dirûşmeya "Em bibin yek, mezin bibin, zindî bibin" dê bi beşdarbûna 400 ciwanên elewî li navçeya Hacibektaşê ya Nevşehîrê “Kampa Ciwanan a Hecîbektaşê” li dar bixe. Her wiha Wezareta Karên Navxweyî û Wezareta Çand û Tûrîzmê jî nivîs şandin ji walîtiyan re û ji wan xwestin 300 dedeyên elewî eyar bikin ji bo wan di Kanûna 2022'yan de bibin Kerbelayê. Ev hewldanên wezaretan li bara rêxistinên elewiyan bû cihê bertekên mezin.    Li taxa Qantarma ya navçeya Elbîstan a Mereşê ji Ocaxa Sînemîlliyê pîr Suleyman Deprem (69) xebatên wezaretê, baweriya elewîtiyê, dewlet û têkiliyên elewiyan ji Ajansa Mezopotamyayê nirxandin.    ASÎMILASYON   Deprem diyar kir ku cewhera elewîtiyê felsefeya "Enel Heq" a Xelacê Mansûr e, elewîtî di dîrokên cuda de ji aliyê gelên cuda ve rastî asîmîlasyonê hatiye û hin dîn jî hewl dane ku wê wekî mezheb nîşan bidin. Deprem bi lêv kir ku polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hemberî elewîtiyê îro jî dewam dikin û got: “Ev polîtîkayên asîmilasyonê hem ji aliyê misilmanan hem jî ji aliyê xiristiyanan ve tên pêkanîn. Polîtîkaya asîmlasyon, înkar û qirkirinê ya herî giran piştî îslama emewiyan bû îslameke siyasî li elewiyan hat ferzkirin. Pêşî misilmantî li êzidiyan hat ferzkirin. Ji ber ku qebûl nekirin bi 74 fermanan re rû bi rû man. Paşê jî ji elewiyan re gotin Madem hûn dibêjin Elî, nexwe hûn ê bibin misilman, Elî yê me jî heye.'"   Deprem destnîşan kir ku di jiyana bingehîn a elewiyan de têgehên wekî şer, artêş, pevçûn, xespkirin, xenîmet an jî êriş tune ne û got: "Civaka rizayê li ser asasê jiyaneke komînal û hezkirinê ye." Deprem diyar kir ku elewîtî avaniyeke derî dewletê ye û wiha dewam kir: “Di feraseta elewîtiyê de avaniya dewleta klasîk tune ye. Elewî heta niha nexwestine bibin desthilatdar. Di elewîtiyê de her kes wekhev e. Dewlemend û feqîr tune ne. Heta salên 1950’yî elewî li Qantarmayê qet serî li dewletê nedidan. Di jiyana me de dewlet tune bû. Hevdîtina elewiyan a bi 'dewletê' re di dema di bin navê ewlehîyê de rêyên gundan hatin çêkirin çêbû. Piştî geşbûna têkoşîna azadiyê ya kurd, ne ji bo xizmeta me, ji bo karibin biçin çiyayan rê çêkirin. Niha jî di çûn û hatina hin gundên elewiyan de pirsgirêk hene. Rê wekî 50 sal berê ne. Bi dewletê re dejenerebûn hat. Me hemû pirsgirêkên xwe li cemxaneyan, li bara civakê hel dikir. Heta muxtar bi xwe jî li cemxaneyê ji alîyên dilxwazan ve bi yekdengî dihat hilbijartin. Kesek jî qaneh nebûya nedibû, divê bi dilê her kesî bûna."    Deprem da zanîn ku dewletê ewilî Dersimê û piştre jî Ocaxa Sînemîlliyê wekî "herêma pîlot" hilbijartiye û wiha axivî: "Ji bo van herêman polîtîkayên taybet ên pergalê hene. Ev, polîtîkaya qelihandin û qirkirinê ne ye ku lis er asasê senteza tirk-îslamê li hemberî elewiyan tê pêkanîn. Ev ji dema Sultan Hemîd heya niha didome. Heman polîtîka li ser ermenî, suryanî û kurdan jî tê meşandin. Elewî xwedî milkên taybet nîn in. Piştî komarê ji bo elewiyan milkên xisûsî hatin teşwîqkirin. Parvekirina hevpar dijminê sereke yê dewletê ye. Li hemberî vê jî hat gotin ku 'tu nikarî bibî hîsedar, divê bibî xwedî.' Em elewî dibêjin 'divê bawerî, ziman, çand nebin parçeyeke dewletê.' Em naxwazin tu dewlet tiştên ku em pê bawer dikin bike. Ev yek beyaneke bingehîn a Peymana Mafên Mirovan a Navneteweyî ye."   'HERÊM JI MIROVAN HAT XALÎKIRIN'   Deprem destnîşan kir ku piştî 12'ê Îlona 1980'yî elewî rastî "sirgûna bi dilxwazî" hatine û elewî bi zanebûn ji warên xwe hatin qewirandin û herêm vala bû. Deprem bi lêv kir ku elewî rastî qetlîamên fizîkî hatine û îro ev yek bi talankirina xwezayê didome. Deprem di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji her kesî re gotin 'Hûn nikarin li vir bazirganiyê bikin, biçin Ewropayê.' Gava karekî me diket aliyê dewletê bi mehan nedihat helkirin, lê dewlet di derbekê de pasaport dan me. Ew pasaportên ku li cihine din bi mehan nedihatin dayîn, ji bo me di rojekê de dihatin hazirkirin. Her çi qas ez çepgir im û kurdekî elewî me, lê di rojekê de pasaport dan min. Em her tim wekeî'dijminê dewletê' hatin binavkirin. Bifikirin bê ka çima di şevekê de pasaport dane me. Ez bi pasaporta ku min wergirt ji bo demeke kurt çûm derve û vegeriyam. Ger ez bimama, belkî min kesayetiya xwe winda bikira, belkî min jiyana xwe ji dest bida, lê ji kesayetiya min ne girîngtir e."   ‘ASÎMILEKIRINA BI ŞIÎ ÎSLAMÊ'   Deprem ji bo 300 elewiyên ku wezaret dixwazin wan di kanûna 2022'yan de bibin Kerbelayê û ji bo "Kampa Ciwanan a Hacibektaşê" ku dê 400 ciwanên elewî tev li bibin jî destnîşan kir ku ev berdewamiya polîtîkayên asîmilasyonê yên li ser elewiyan e û wiha got: “Dewleta ku em lê ne dewleteke mezhebê îslama sunî ye. Nikarîbûn elewiyan bi îslama sunî asîmîle bikin, ev ne mimkun bû. Lê rabûn siyaseta xwe guherandin û bi rêya îslama şiî hewl dan elewiyan asîmîle bikin. Ji ber vê niha li cemxaneyan bi piranî dedetîyê bi mîsyonerên şiî didin kirin. Statuyê nadin cemxaneyan û wek navendên asîmîlasyonê tên bikaranîn. Mixabin li cemxaneyan ayînên elewîyan nayên kirin."    Deprem bi bîr xist ku desthilata AKP'ê di navbera salên 2007-2009'an de "Komxebatên Elewiyan" li dar xistiye û got: "Ev hemû jî ji bo asîmîlasyonê ber bi asteke hîn bilind ve bibin. Ne ji bo ku mafina bidin elewiyan. Dê dedeyan bibin Kerbelayê. Em li Kerbelayê helwesta Husên bi rêzgirî pêşwazî dikin, lê Husên îmamekî mizgeftê ye. Kes nikare vê yekê înkar bike. Bi Yezîd re li ser xelîfetiyê şer kir. Di elewîtiyê de îmamtî û xelîfetî tune ye. Di dîroka Kerbelayê de li Kerbelayê cemeke elewiyan nehatiye lidarxistin. Ji berê de li Kerbelayê nimêj tê kirin, rojî tê girtin û li ser asasên mezheba şiîyê 5 şertên îslamê bi cih tên. Li Kerbelayê elewî tune ne, hemû şiî û misilman in. Çima hûn bi zorê berê me didin sunîtî yan jî şiîtiyê?"    STATUYA CEMXANEYAN   Deprem ku got "Tu dewlet li welatiyên xwe ferz nake û nabêje tu yê baweriya xwe bi vî dînî bînî" di dawiyê de wiha axivî: "Hûn nikarin îradeya azad a tu kesî asteng bikin, ev ne mirovî ye. Di vê çarçoveyê de dersên dînî yên mecbûrî jî dikarin bên nirxandin. Ev ders wekî amûrek çewisandinê tên bikar anîn. Hemû gerdûn cihê heqiyê ye. Mirov dikare her dem, li her derî bi rastiyê dua bike. Lê belê di rewşeke wisa de ku em ji vê xakê hatin sirgûnkirin û em neçar man wekî penaber li çar aliyê cîhanê belav bibin, em hatin cem hev û me bi hev re daxwaza cihekî ji bo baweriya xwe kir. Ev mafê me ye. Em bacê didin, em hevwelatî ne. Pêdiviya me bi cihekî heye ku em wekî her kesî li gor baweriya xw etevbigerin. Me jê re got cemxane. Me bi pereyên xwe cemxaneyên xw eçêkirin û pergalê tiştek negot, lê statuyê nadin. Hê jî nehatiye dayîn. Em tiştê ku heqê me ye dixwazin, tiştê ku heqê me ye divê li me bê vegerandin. Em ji kesî napirsin. Em ê di dawiyê de bi dest bixin, divê em wê bi dest bixin. Ji bo wê têkoşîn divê. Em zirarê nadin tu kesî û naxwazin tu kes jî zirarê bide me."   MA / Emrûllah Acar