Li Zapê êrişên bi çeken kîmyewî berdewam dikin 2022-07-17 10:27:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku li herêma Zapê di encama êrişên çeken kîmyewî yên ya Tirkiyeyê de 2 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane.       Êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Federe ya Kurdistanê bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji 17ê Nîsanê ve dest pê kirin, di meha çaremîn de didomin. Di êrişan de gelek caran çekên kîmyayî tên bikaranîn. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) endamên HPG’ê Karwan Kadir Husên (Zerdeşt Ranya) û Şehmuz Akkoyun (Mervan Baz) di 14’ê hezîranê de li Zapê di encama çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dane.   HPG’ê di "Bîlançoya şer a 3 mehan" de eşkere kiribû ku Tirkiye di êrişan de hezar û 198 caran çeken kîmyewî bikar aniye.