Li Kampa Holê cînayet zêde dibin 2022-07-17 13:04:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Kampa Holê cenazeyê jinekê kuştî dît. Ji destpêka salê ve hejmara kuştiyên li kampê gihişt 29 kesan.   Nûçegihanê ANHA'yê ji navçeya Holê ya kantona Hesekê ragihand ku îro Hêzên Ewlekariya Hundirîn cenazeyê jinekê di kanalîzasyoneke beşa 5’an ku koçberên sûrî lê dimînin, dîtine.    Li gorî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, heta niha nasnameya jina hatiye kuştin nayê zanîn. Bi vê bûyerê re, ji destpêka salê ve hejmara jin û mêrên li Kampa Holê hatine kuştin gihişt 29'an.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de li beşa 3’yan a kampê cenazeyê mêrekî serjêkirî jî hatibû dîtin.    Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 28'ê hezîranê de li beşa 6’an cenazeyê mêrekî ku bi guleyan hatibû kuştin dît. 25'ê hezîranê jî li heman beşê cenazeyê jineke sûrî ya ji parêzgeha Humsê serjêkirî hate dîtin.   23'yê hezîranê li heman beşê jineke bi guleyan hatibû hedefgirtin û birîndar bûbû hat dîtin.    Hêzên Ewlekariya Hundirîn her wiha di 22'yê Hezîranê de cenazeya jinekê li stada fotbolê ya beşa 3’yan a taybet bi penaberên iraqî tije ne kuştî dît.   Di heman demê de 14 jin û mêr birîndar bûbûn.   Kampa Holê xeternaktirîn yek ji kampên cîhanê ye, ji ber ku malbatên endamên DAIŞ'ê yên sûrî, iraqî û yên biyanî bi taybet ên ku sibata 2019`an di Operasyona Bagera Cizîrê de xwe radestî Hêzên Sûriya Demokratîk kirine û hatine kampê, lê dimînin.   Li Kampa Holê 9 beş hene. Li gorî belgeyên rêveberiya kampê, li kampê 56 hezar û 97 kes dimînin, ji wan 29 hezar û 152 penaberên iraqî ne, koçberên sûrî jî 18 hezar û 863 ne.   Hejmara jin û zarokên endamên DAIŞ'ê yên biyanî jî digihêje 8 hezar û 109 kesî û ji 54 nasnameyên biyanî ne û li beşa 9'emîn a “Muhacîrat” dimînin.