Zarokê 6 salî û kalikê xwe hatin kuştin 2022-07-17 14:44:15   ERZIROM - Li navçeya Tekmanê di encama êrişek çekdarî de zarokê 6 salî û kalikê xwe jiyana xwe ji dest dan.    Li navçeya Tekmanê ya Erziromê di encama êrişek çekdarî de du kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû. Li gundê Xanbega Jêrîn ya bi ser navçeya Tekmanê ve zarokê 6 salî E.E. û kalikê xwe Î.E. yê 80 salî ku li ber mala xwe bûn, ji aliyê ferdên malbata ku xwîniyê wan bûn ve rastî êrişa çekdarî hatin. Zarok û kalikê xwe hatin kuştin û K.E. jî birîndar bû.   Li ser agahdarkirinê tîmên leşkeran û tenduristiyê sewqî gund hatin kirin û cenazeyê zarok û kalikê wî ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturkê.    Têkildarî bûyerê 6 kes hatin binçavkirin.