Li Licê şerekî dijwar 2022-07-17 22:36:52       AMED - Piştî pevçûnên dijwar ên li bejahiya Licê, herêm bi helîkopteran hat dorpêçkirin.   Li bejahiya gundên Comêraş û Goma Elîkan ên navçeya Licê ya Amedê, di navbera HPG'iyan û eskeran de pevçûnên dijwar qewimîn. Piştî pevçûnan herêm ji aliyê bi sedan eskeran ve hat dorpêçkirin.    Herêm niha ji aliyê helîkopteran ve hatiye dorpêçkirin. Hat ragihandin ku li herêmê şerekî dijwar diqewime.